Şer dijwar dibe lê pêşveçûn tune 2018-01-24 11:38:55 EFRÎN - Operasyona TSK'ê ya li dijî Efrînê di roja 5'an de berdewam dike. Şerê TSK'ê û komên girêdayî wê li dora navçeya Cindirese û gundê girêdayî wê Hemamê zêde dibin. Lê peşketin tune. Li gorî agahiyan di şer de 3 leşkerên TSK'ê zêdeyî 100 endamên OSO ku di navde Fermandarê Tugaya Semerkantê Ahmed Feyyaz jî heye jiyana xwe ji dest dan. Di şer de endamekî YPG'ê jiyana xwe ji dest da.  Operasyona TSK'ê ya li dijî Efrînê di roja 5'an de berdewam dike. Di roja 5'an de operasyon li herêma navçeya Cindirese û gundên wê zêde bûn. Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî hat diyar kirin ku tevî êrîşên balafiran ên TSK'ê û komên girêdawî wê leşker nikare pêşve biçin. Hat zanîn ku leşkerên girêdayî TSK'ê cilên sivîlan li xwe kirine û hewl dane têkevin gundê Hemame yên Cindiresê. Leşkerên girêdayî OSO û TSK'ê ku xwestin têkevin gund bi hêzên YPG/YPJ'ê re ketin şer. Li gorî agahiyan di şer de 3 leşkerên TSK'ê zêdeyî 100 endamên OSO ku di navde Fermandarê Tugaya Semerkantê Ahmed Feyyaz jî heye jiyana xwe ji dest dan. Di şer de endamekî YPG'ê jiyana xwe ji dest da.  Hat zanîn ku di şer de 2 endamên YPG'ê jî birîndar bûne. Di encama êrîşên tang û topan û balafirên şer de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. 12 sivîl jî birîndar bûne.b    Li navçeya Şera jî komên girêdayî TSK'ê bi topên obusan û tangan gundên herêma Girê Qestelê, Qestelê, Xedamat, Vîlla Qadî û girê Baflon û Dîkmedaş bombe dikin. Piştî ji herêmê bersîv hat dayin leşker paşve kişiyan.    Li herêma Reco jî ji şevê din heta niha êrîş pêk hatin. Endamên YPG/YPJ'ê li gundê Qude û girê Qude bi endamên TSK'ê û komên girêdayî wê re ketin nava şer. Hat zanîn ku li vir jî gelek leşker û endamên komê wê hatin kuştin. Tang û topên ji aliyên YPG'ê ve hatin îmhakirin. Li gundê Kumreşê jî maşîna zirxî ya Akrep  ji aliyê YPG'ê ve hat îmhakirin. Di êrîşa balafiran a li gundê Qudê û girê Moseka jî endamekî YPG'ê jiyana xwe ji dest da û 3 sivîl birîndar bûn. Balafirên şer girê Bilbilê û gundê Şexurzê yên navçeya Bilbile bombe kir.    MA / Erdoğan Altan