Navê 7 jê zarok 8 kesên li Efrînê hatin kuştin aşkere bûn 2018-01-21 22:00:45   NAVENDA NÛÇEYAN – Di êrîşa li gundê Cilbirê yê Efrînê ji heman malbatê 7 jê zarok nasnameya 8 kesên di bomberanê de jiyana xwe ji dest dan zelal bû. Derket holê ku malbata ereb 4 meh berê niha ji bajarê Maarat El Numan ê Idlîbê ji ber şer koçî vî gundî kirine.    Balafirên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) saetên nîvro gundê Cilbirê ya bi ser navçeya Şêrewa Efrînê de bombebaran kiribû. Di bombebaranê de 8 kesên ji heman malbatê jiyana xwe ji dest dabûn. Derket holê ku ev kesên jiyana xwe ji dest dan, ji malbatek ereb a 4 meh berê niha ji şerê Idlibê ji bajarê Maarat El Numan koçî vî gundî kirine. Hat zanîn ku malbat li gundê Cilbirê bi karê mirîşkan dikirin.    Piştî bomberanê dildarên Heyva Sor a Kurd çûn cihê bûyerê û di encama lêgerîna dirêj de gihîştin cenazeyên 6 kesan. Hat zanîn ku xebatên lêgerîna cenazeyê 2 kesan dewam dike. Her wiha hat ragihandin ku 5 kesên birîndar bûne jî, ji bin kavil hatin derxistin û wan li Nexweşxaneya Avrînê ya Efrînê hildan bin dermankirinê.    Nav û temenê yên di bomberanê de jiyana xwe ji dest dan wiha ne:  Wael El Huseyn (1), Salameh Huseyn (6), Musab El Huseyn (6), Fatallah El Huseyn (8), Hadeel El Huseyn (10), Refeh El Huseyn El Homer (33).    Nav û temenê cenazeyê 2 zarokên hêj di bin kavil de ne jî wiha ne: Ehmed El Huseyn (17), Samak El Huseyn (16).