Li dijî zerarên teknolojiyê serî li rêyên xwezayî didin 2018-01-24 10:32:42 AMED - Welatiyên li navçeya Qulpê dijî, çanda penêr a di bin axê de vedişêrin berdewam dikin û bi vê rêyê xwarinên xwe yên wekî toraq muhafaza dikin. Di roja îro de her ku diçe teknolojî bi pêş dikeve de û sarincên no-frost di nava civakê de belav dibe, her ku diçe rêbazên bi tenduristî yek bi yek ji bolê radibin. Mirovên ku amûrên cemidandinê yên teknolojiya nano tercîh dikin, ji gelek zerarên wan jî bêxeber in. Di vê serdemê de mirov êdî ji bo zivistanê gelek pêwîstiyên xwe amade dikin û zivistanê wan dixwen. Lê berî ku teknolojî û makîneyî ew qas bi pêş keve, mirovan serî li rêyên xwezayî dida, bi xwezayê re di nava danûnstandinekê de bûn.   LI DIJÎ ZERARÊN TEKNOLOJIYÊ YÊN XWEZAYÎ TERCÎH DIKIN   Şêniyên gundê Kerka ya naveçya Qulpa Amedê, hêj bi rêbazên berê axirên xwe vedişêrin. Penêr û toraqa ku havînê çêdikin, bi rêbaza ku ji bav û kalên xwe girtine di binê axê de diparêzin. Zivistanê dema berfa ewil dikeve, penêrê di binê axê de tê veşartin di germahiyeke xwezayî de dimîne û piştî demekê ji binê axê derdixin û tînin ser sifreyê. Gundî bi salanin dest ji vê rêbazê bernedane, ji ber ku binê axê hêj zêdetir hênik e, berhemên xwe bi vê rêyê diparêzin. Ne tenê toraq û penêr, mast, to û gelek berhemên din jî vedişêrin, di serdema niha de teknolojî çiqasî derfetan saz bike jî di warê tenduristiyê de tiştekî zêde bê tercîhkirin nîne.   REZÊN TIRIYAN TERCÎH DIKIN   Rêbazên parastinê jî wiha ne: "Toraqa ku gundiyan havînê girtiye, piştî zuha dikin di qabeke girtî de diparêzin. Di nava rezên tiriyan de piştî cihek tê kifşkirin qasî metreyekî tê kolandin. Penêr, mast û toraqa ku hatiye amadekirin, di vê çalê de tê rêzkirin. Piştre bi axê ser digirin û cihê wê bi tiştekî tê kifşkirin. Dema berf dibare, li ser wê herêmê tê girtin lê ew cih piştî bi pînekî tê kifşkirin, ew der bi rihetî tê dîtin. Ew berhemê ku di bin axê de çalkirine, bi xwezayî di hênikahiyekê de disekine."   JIN ÇALÊ DIKOLIN   Bi salan e şêniyên gundê Kerka bi vê rêbazê berhemên xwe diparezin. Yek ji wan welatiyan jî Gazal Efe (44) e. Efe hêj wekî berê berhemên xwe yên ji bo zivistanê vedişêre. Efer da zanîn ku ev rêbaz di warê tenduristiyê de hêj baştir e û wiha got: "Hênikahiya sarincê ne wekî hênikahiya binê axê ye. Me berê ji xwe wiha penêr û mastên xwe diparast. Ev wekî mîrateyekê ji me re maye. Ev kara herî zêde jin dikin û berhemên xwe diparêzin."   MA / Rifat Şahîn