‘Gotin zehmet e, lê dê hestiyên bavê min jî me kêfxweş bike’ 2018-01-24 10:13:36 ŞIRNEX - 17 sali bi ser windakirina Serokê HADEP'a Silopiyê û rêveberê navçeyê Ebubekîr Demîz re derbas bû. Keça Denî Ceylan Denîz hêj li bendê ye ku bavê wê rojekê bê û hêstên xwe wiha vegotin: "Anîna ziman zehmet e; dê hestiyên bavê min jî me gelekî kêfxweş bike."10:00 24.01.2018 Serokê HADEP'a Silopiya Şirnexê Sedar Taniş û rêveberê navçeyê Ebubekîr Denîz, piştî bangî wan kirin û çûn Qereqola Cendirmeyan a Navçeyê, careke din tu agahî ji wan nehat girtin û 17 sal e malbat li benda xizmên xwe ne. Gelek sal bi ser windakirina wan re derbas bû hêj malbat aqûneta zarokên xwe dipirsin. Şuyaîp Taniş bi salan e li kurê xwe digere, aşkera kir ku Fermandarê Alaya Cendirmeyan ê Şirnexê Levent Ersoz berpirsyarê windakirina kurê wî ye. Bav Taniş, diyar kir ku berî ku kurê wî bê windakirin, Ersoz bangî wî kiriye û pirsa Serdar ji wî kiriye.   ERSOZ GEF LÊ XWAR   Taniş destnîşan kir ku kurê wî ji bo li navçeyê HADEP'ê veke, çûye Amedê û ev bi Ersoz re jî parve kiriye, bi gefan re rû bi rû maye û wiha got: "Ji me re got ku 'heke Serdar dest ji vî karî bernede ez ê we bikujim.' Min jî got HADEP partiyeke qanûnî ye, sedema bê girtin tune, heke pirsgirêkeke hebe dikarin li Enqereyê bigirin. Li min vegeriya û got ku 'Ez nahêlim Serdar bikeve vê axê. Rutbe û reyaya min diyar e. Ez tu carî destûrê dadim li herêma min HADEP bê vekirin."   ‘XWESTIN BUYERÊ BAVÊJIM STÛYÊ PKK’Ê AN JÎ HÎZBÛLLAHÊ’   Taniş aşkera kir ku piştî bûyerê pere xwestine pereya bidin wan, serpêl (bînbaşi) hatiye gel wan û ji wan xwestiye ku bûyerê bixin stûyê PKK, an jî Hîzbûllahê û wiha axivî: "Xwestine ji dirva vê pere û kar bidin zarokên min. Bi rastî jî heke dewleteke demokratîk be, bila mafên me bidin me. Çi anîne serê zarokên me bila bêjin. Qe nebe bila hestûyê zarokên me bidin."   ‘EZ LI BENDÊ ME KU SIBEHEKÊ BAVÊ MIN BÊ’   Ceylan Denîz hêj 6 salî ye bavê wê tê windakirin, wekî 4 xwişk û birayan bi hesreta dîtina bavê xwe mezin dibin. Ceylanê aşkera kir ku her roj wêneyê bavê wan ê li dîwar daliqandî li ber çavê wan e û ev tişt anî ziman: "Bi salan hatin mala me û sersaxî ji mere xwestin. Ez hêj di wê xeyalê de me ku dê rojekê bavê min derî veke û bê. Ez bi xwik û birayên xwe re der barê vegera bavê xwe de jî daxivim. Em ê li bendê bin. Em ê hêviya xwe winda nekin." Ceylanê aşkera kir ku goreke bavê wê jî tune ziyaret bikin û wiha pê de çû: "Em êdî kevirekê gorê dixwazin. Ev gelekî zehmet e; lê dê hestiyê bavê min jî me kêfxweş bike."   Lêpirsîna der barê windakirina Taniş û Denîz de hat vekirin bê encam ma, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) 172 hezar Ewro Tirkiye mehkûm kir. Di 2'yê Çileya 2014'an de gora li Goristana Şaredariyê ya Kerborana Mêrdînê kolan, cenazeyê aydê kesekî hat dîtin. Ji bo testa DNA'yê hestî şandin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê, di lêkolînan de hat gotin ku hestî ne aydê Taniş in.   MA / Cîhan Olmez