Malpera web'ê ya Jinnewsê hat astengkirin 2018-01-24 09:39:47 NAVENDA NÛÇEYAN - BTK'ê, ji ber nûçeya der barê MÎT'ê de weşand navnîşana web'ê ya Jinnews'ê asteng kir.  Ajansa Nûçeyan a Jin JINNEWS ku di 25'ê îlona 2017'an de dest bi weşanê kir, malpera wê ya internetê bi hinceta nûçeya endamên MÎT'ê yên ji aliyê PKK'ê ve hatin girtin weşand hat astengkirin. Saziya Ragihandin û Teknolojiya Agahiyan  (BTK) der barê malpera web'ê ya JINNEWS'ê de bi hêjmara zagona 490.05.01.2018.-30195'an a dîroka 23/01/2018'an web a (jinnews.com.tr) biryara astengkirinê da. Malpera Jinnews, ku hat astengkirin li ser navnîşana www.jinnews1.com weşana xwe berdewam dike.