Koordînasyona Dijberî Yektîpiyê lixwekirina hîz û şortan nîqaş dike 2018-01-24 09:37:54 STENBOL - Koordînasyona Dijberî TTE'yê li dijî sepandina kincên yektîpî ket nava hewldanan. Wê koordînasyon maseyên krîzê ava bike, li derveyî welat panelan û gelek çalakiyan cuda li dar bixe. Koordînasyon, wê lixwekirina hîz û şortên ku dê li danişînan li xwe bên kirin jî nîqaş dike.  Bertekên li dijî sepandina kincên yektîpî didomin. Her wiha girtî jî aşkere dikin ku ew ê kincên yektîpî biçirînin û bavêjin. Li gel vê Koordînasyona Dijberî Kincên Yektîpiyê (TTE) jî xebatên xwe yên di vî warî de didomîne. Koordînasyonê li ser "change.org"ê bi sernavê "“Tek tip elbise hak ihlalidir. Karşı çıkıyoruz!” (Kincên yektîp, binpêkirina mafan e. Em li dijî wê derdikevin!) kampanya da destpêkirin û niha jî hewl dide maseya krîzê ava bike. Wê di vê çarçoveyê de li hemû girtîgehên li Herêma Marmarayê û adliyeyên Çaglayan, Bakirkoy û Kartalê maseyên krîzê bên avakirin û wê ev mase ji nêz ve danişînan bişopînin. Wê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û danişînan xwe didin der ji aliyê saziyên di bin banê koorîdnasyonê de bên raporkirin û wê ev rapor dem bi dem bi rayagiştî û raya navnetewî re bên parvekirin. Her wiha wê piştî demekê maseyên krîzê li bajarên din jî bên avakirin.    WÊ BI SAZIYAN RE HEVDÎTIN BÊN ÇÊKIRIN    Wê koordînasyon bi baroyên li bajêr, Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB), partiyên siyasî, Wezareta Dadê, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê re hevdîtinan çê bike û wê di van hevdîtinan de ji baroyan, partiyên siyasî TBB'ê ve bê xwestin ku li dijî vê sepandinê bi awayekî çalak tev bigerin. Li gel vê wê koordînasyon ji bo agahdarkirinê civînan jî çê bike. Stûna herî sereke ya vê yekê jî lidarxistina panelan e û wê ev panel li qada navnetewî jî bên lidarxistin. Wê piştî 4'ê Sibatê li gelek bajarên Ewropayê panel bên lidarxistin û wê di nav panelan de behsa sepandina kincên yektîpî bê kirin.    LIXWEKIRINA HÎZ Û ŞORTAN DI ROJEVÊ DE YE    Her wiha parêzerên li hemberî sepandina kincên yektîpî têkevin danişînan jî, wê hin çalakiyan li dar bixin. Parêzer, li gor rewşa sepandinê di danişînan de lixwekirina hîz an şortan jî nîqaşkirin.    'EM Ê TEŞHÎR BIKIN'    Berdevkê yek ji pêkahteyên TTE'yê Komîsyona Girtîgehê ya Platforma Huqûqnasên Azadîxwaz (OHP) Nûman Ariturk jî got ku sepandina kincên yetîpî qet nayê qebûlkirin û ew ê di her platformê de jî behsa vê yekê bikin. Ariturk destnîşan kir ku ew ê li dijî yektîpiyê çalakiyên protestoyî li dar bixin û peywira wan a herî sereke jî raporkirina binpêkirina mafan e. Ariturk got ku ew ê pêkanîna tim teşhîr bikin.    Her wiha Ariturk bêndegiya baroyan a li hemberî vê sepandinê jî rexne kir û divê baro bi dengekî xurt li hemberî vê sepandinê derkevin.