Dayikên Aştiyê: Efrîn têkoşîna hebûnê ye, xwedî lê derkevin 2018-01-24 09:36:43 STENBOL - Dayikên Aştiyê bi lêv kirin ku Serokomar Erdogan ji bo îktîdara xwe têkûz bike êrîşî Efrînê kiriye û ji bo Efrînê wiha bang li hemû kurdan kirin: "Ji bo kurdan têkoşîna hebûnê ye."  Bertekên li hemberî êrîşên li dijî Efrînê yên piştî daxuyaniyên Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan ji aliyê Artêşa Tirk (TSK) ve dest pê kirin didomin. Dayika Aştiyê Rabîa Aslan diyar kir ku ên li Efrînê dijîn zarokên wê xakê ne û Serokomar Erdogan ji bo îktîdara xwe têkûz bike êrîşî Efrînê dike. Aslan destnîşan kir ku divê gelên cîhanê demildest tev bigerin û vê operasyonê rawestînin. Aslan ev tişt gotin: "Bang li dayikên tirk, dayikên leşkeran dikim; zarokên we bi pereyan tên kirîn û wan dişînin mirinê. Ji bo çi hûn nabêjin 'êdî bes e'. Zarokên feqîr û fuqaran dibin û dikujin. Ma wijdan û îmana wan tune ye? Bang li hemû dewletên ku dikarin vî şerî rawestînin dikim; ji bo mirovahiyê rê li ber vê zilmê bigirin û vî şerî rawestînin. Em dibêjin êdî bes e."    'BILA ZAROKÊN TU KESÎ NEMIRIN'    Dayika Aştiyê Perîhan Akbûlût jî êrîşa li ser Efrînê şermezar kir û got ev şer şerê berjewendiyê ye û wiha domand: "Tayyip Erdogan ji bo berjewendiyên xwe vî şerî dixwaze. Gefan li mirovan dixwe. Em Dayikên Aştiyê ji bo dawî li pevçûnan bên li ber Qesra Dolmabahçeyê çalakiya rûniştinê li dar xiat, lê me rakirin. Çimkî aştiyê naxwazin, jê ditirsin. Tirk û kurd ferq nake, bila zarokên tu kesî nemirin.    'JI BO KURDAN EFRÎN TÊKOŞÎNA HEBÛNÊ YE'    Akbûlût got ku kesên ji xwe re dibêjin kurd divê li hemberî pêkanînên li Efrînê dengê xwe bilind bikin û wiha axivî: "Roja şeref û namûsê ye. Efrîn têkoşîna hebûnê ya kurdan e. Tayyip Erdogan dibêje ew li ber zarokên filîstînî dikeve; lê îro ji kirinên Îsraîlê bêtir tiştan tîne serê kurdan. Çawa ku zarokên filîstînî li hemberî êrîşên Îsraîlê neqediyan, wê zarokên kurd jî neqedin. Divê demildest vegerin ser maseya çareseriyê. Ev şer 100 salên din jî bidome, wê di sala 101'ê de jî maseya aştiyê bê danîn. Divê vê yekê bibînin."    'ÊN LI WIR ZAROKÊN EFRÎNÎ NE'    Dayika Aştiyê Ezîne Dal jî wiha got: "Ji sala 2013'an heta 2015'an jî mirov pir rihet bûn. Xwîn nediherikî. Lê belê paşê Erdogan ji bo îktîdara xwe, serokatiya xwe mase qeliband û welat ber bi şer ve bir. Ev têr nekir niha êrîşî Efrînê, kurdan dike. Kurd şer naxwazin. Li her derê cîhanê kurd ehlê aramî û aştiyê ne. Li Efrînê terorîst tune ne. Yên li wir hemû zarokên Efrînê ne. YPG jî ji bo malbata xwe, mala xwe, xwişk û birayên cwe biparêze çek hilgirtin. Em naxwazin huzûra tu welatî jî xera bibe."    'WÊ KURD LI BER XWE BIDIN'    Dal diyar kir ku divê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û li pêşberî vî şerî raweste. Dal got dayikek jî bimîne ew ê li dijî şer bitêkoşin. Dal ev tişt gotin: "Wê kurd li hemberî êrîşan li ber xwe bidin. Tang û topên wan hene, lê yên kurdan vîn û biryardariya wan heye. Bila kurd xwedî li hevdu derkevin."