Serlêdana parêzerên Ocalan carek din hat redkirin 2021-03-04 12:44:32 AMED - Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serlêdana parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin bikin, careke din red kir.   Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç bi armanca bi muvekkilên xwe re hevdîtin bikin di saetên serê sibê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Dozgeriyê bi hinceta qedexeya hevdîtinê ya 6 mehan serlêdana parêzeran careke din red kir.   Parêzerên Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di 2-22'ê Gulanê, 12-18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an de çûbûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kiribûn.    Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê der barê Ocalan de bi hinceta di sala 2009'an de parastin û Nexşerê ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) re şandibû, di 23'ê Îlona 2020'an de 6 meh cezayê seredana parêzeran li Ocalan birîbû.