Rapora DFG’ê: Li 6 rojnamevanan 26 sal ceza hat birîn 2021-03-04 12:31:53   AMED - Li gorî rapora meha sibatê ya DFG’ê di sibatê de 6 rojnamevan hatine binçavkirin, rojnamevanek hatiye girtin û li 6 rojnamevanan jî 26 sal ceza hatiye birîn.    Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî binpêkirina mafê rojnamevanan a rapora xwe ya meha sibatê eşkere kir. Di raporê de hat gotin zextên li ser rojnamevanan bênavber berdewam dikin û hema bêje rojek ku rojnamevan neyên binçavkirin, neyên girtin, lêpirsîn dest pê neke û doz venebe, ceza li wan neyê birîn, sîxurî li wan neyê ferzkirin û bi gef û êrişan re rûbirû nemînin nîne. DFG’ê diyar kir ku di meha sibatê de 6 rojnamevan hatine binçavkirin, rojnamevanek hatiye girtin û li 6 rojnamevanan jî 26 sal ceza hatiye birîn.