Dozên Ozgur Gundemê hatin taloqkirin 2021-03-04 11:20:13   STENBOL - Danişînên doza xebatkar û kesên beşdarî kampanya ji bo Ozgur Gundemê bûbûn hatin taloqkirin.    Danişîna doza Hevgerînendeyên Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol û Zana Kaya, Midûrê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya û siyasetmedar Hatîp Dîcle bi îdiaya “hikumet û organên darazê biçûk xistine, Meclîsa Tirkiyê, xelkê Tirkiyê û komarê biçûk xistine” doz li wan hatibû vekirin. Danişîna dozê li Dadgeha Cezayê Asliye ya 2’yemîn a Stenbolê hat lidarxistin. Aykol, Kaya, Kizilkaya û Dîcle beşdarî danişînê nebûn û parêzerên wan amade bûn.    Şandeya dadgehê biryara sekinandina fermana girtina derbarê Hatîp Dîcle de ku hatibû dayîn da û danişînê 13’ê tîrmehê kir.    DANIŞÎNA DUNDAR Û KIZILKAYA    Piştî vê danişînê, danişîna 16’emîn a doza rojnamevan Can Dundar ê beşdarî kampanya Nobeta Gerînendetiya Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê bû û Midurê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya ku bi îdiaya “heqaret li wezîfedarên cemaweriyê kirine” tên darizandin hat lidarxistin. Parêzeran parastina miwekîlên xwe kirin û xwestin kêmasiyên di dosyeyê de werin temamkirin. Pişt re şandeya dadgehê biryara sekinandina fermana girtina derbarê Can Dundar de ku hatibû dayîn da û danişînê 13’ê tîrmehê kir.    Rojnameya Ozgur Gundemê di sala 2016'an de bi Biryarên di Hukmê Qanûnê de (KHK) ya Rewşa Awarte de hatibû girtin.