“Doza KCK’ê ya Çapemeniyê” taloq bû 2021-03-04 11:17:07   STENBOL - “Doza KCK’ê ya Çapemeniyê” ku 46 rojnameger têde tên darizandin û 9 sal in didome, taloq bû.    21’emîn danişîna “Doza KCK’ê ya Çapemeniyê” ku 46 rojnameger têde tên darizandin, li 3’yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hat dîtin. Di danişîna ku rojnamegerên tên darizandin tevlî nebûn de parêzer lê amade bûn. Dozger, xwest ku kêmasiyên di dosyayê de bên derbaskirin. Heyeta dadgehê, ji bo ku kêmasiyên di dosyayê de bên derbaskirin danişînê taloqî 22’ê hezîranê kir.