Rojnamevan Oktay Candemîr hat beraetkirin 2021-03-04 11:08:56   WAN - Rojnamevan Oktay Candemîr ê bi îdiaya “heqaret li serokkomar kiriye” dihat darizandin hat beraetkirin.    Rojnamevan Oktay Candemîr bi îdiaya di nivîsek xwe de “heqaret li serokkomar kiriye” doz hatibû vekirin. Danişîna 3’yemîn a doza Candemîr li Dadgeha Wanê hat lidarxistin. Candemîr beşdarî danişînê nebû û parêzerê wî amade bû. Parêzer Erhan Çîftçîler got nivîsa miwekîlê wî parve kiriye di çarçoveya azadiya îfadeyê de ye û xwest were beraetkirin.    Dozger di biryara xwe de xwest Candemîr were cezakirin. Şandeya dadgehê got sûce nehatiye kirin û ji ber vê yekê derbarê Candemîr de biryara beraetê da.