Danişîna rojnameger Kaya cara 14’emîn taloq bû 2021-03-04 11:05:48 AGIRÎ – Danişîna doza ku bi angaşta “piştgiriya rêxistinê” li rojnameger Abdullah Kaya hatibû vekirin, cara 14'emîn taloq bû.    Derbarê Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi KHK’ê hatibû girtin Abdûllah Kaya de bi hinceta ku “Mîhrîcana Xweza û Aştiyê”  ya di 3’ê îlona 2014’an de şopandiye, bi angaşta “piştgiriya rêxistinê” doz hatibû vekirin. 14’emîn danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê hat dîtin. Danişîna ku Kaya lê amade bû parêzerê wî tevlî nebû. Ji ber ku parêzerê wî ne li danişînê bû, Kaya parastin nekir. Dadgehê, biryar da ku kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin û danişînê taloqî 1’ê tîrmehê kir.