Tifaqa Kurdistanî banga xwedîderketina li HDP'ê kir 2021-03-04 11:05:20 AMED -  Komxebata Tifaqa Kurdistanî bertek nîşanî nîqaşên girtina HDP'ê da û bang li gelê kurd û hemû hêz û partiyên Tirkiyê ku bi demokrasiyê bawer in kir ku bibin piştevanê HDP'ê û xwedî lê derbikevin.  Partî û tevgerên ji komxebata Tifaqa Kurdistanî pêk tên, têkildarî nîqaşên girtina Partiya Demokratîk a Gelan daxuyaniyek nivîskî belav kirin.    Daxuyaniya Tifaqa Kurdistanî wiha ye:    "Em, li ser navê komxebata Tifaqa Kurdistanî; Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya zagonên Komara Tirkiyeyê hate avakirin. Hilbijartina dawî ya Parlemento ku di sala 2018 an de pêkhat zêdeyî bi rayên hilbijêrên Kurd wekî partiya sêyem a girseyî di TBMM ê de tê temsîl kirin.    Doza girtina partiyekê ku di rojevê de ye û temsîliyeta vîna ji 6 milyonan zêdetir hilbijêran dike, dûrxistina ji peywir ên serokên şaredariyan ku hatibûn hilbijartin, rakirina bergiriyên parlementerên HDPê, Hevserokên giştî yê partiyê jî di nav de, girtinên bi hezaran rêveberên navend, bajar û navçeyan bi awayekî eşkere binpêkirina qanûnê ye.    Bi israra desthilatdar û bi taybetî jî bi israr û ranavîş kirina şirîkê biçûk ê Tifaqa Komarê bi pêvajoyeke dijqanûn û bi neparastina karîneya bêgunehî bêhiqûqiyeke ecêb li holê ye.    Ev biryara siyasî ku di derheqê bêbandor kirin û girtina HDP ê de hatiye dayîn û dixwazin vê biryarê wekî ku hûqûqî ye nîşan bidin, him li gorî me, him li gor kesên ku baweriya xwe bi serketinî ya qanûnî anîne û him jî di wîcdana civakê de ,rastiya ku ev  biryareke siyasî ye naguherîne. Berevajî vê, dide xuyan ku qanûn ne serdestê desthilatdar, mehkûmê desthilatdaran e.    Tirkiye bi vê helwesta xwe ya siyasî, di " pirsgirêka Kurdan" de bi ceribandinên berê ên bê encam û bi israrkirina polîtîkayên ewlehiyê dikeve rêyeke xitimî.    Pirsgirêkên gelê kurd hene, divê çareseriya wê jî sîyasî, demokratîk û aştîyane be. Divê li gor norm û peymanên navnetewî bên çareserkirin. Tirkiye wek endamê damezrîner yê Konseya Ewrûpa û namzetê endamê Yekîtiya Ewrûpayê divê serdestiya hiqûqê, mafê mirovan û azadiya birêxistinbûna siyasi ku esasên pergala demokratîk in, divê di çarçoveya normên navnetewî de biparêze.    Ev êrîşên dawî ku desthilatdarî da ye destpêkirin ne ji aliyê saziyên siyasî yên navnetewî, ne ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (ABD) û ne jî ji aliyê welat û saziyên Rojavayî wekî Yekîtiya Ewropa, nayê pejirandin.    Em wek partiyên siyasî, tevger û saziyên ku şanenavên (îmze) me li jêr in, gavên li dij normên hiqûqî  û zordestiya ku li ser Partiya Demokratîk a Gelan, li ser parlementer û serokên şaredariyan, li ser rêveberên navend, bajêr û navçeyan tên meşandin şermezar dikin. Em bang li hemû hêz û partiyên Tirkiyê ku bi demokrasiyê bawer in û li gelê xwe dikin ku, li hember zextên ku li ser HDP ê tên meşandin piştgiriya hev bikin û xwedî li mafê mirovan, têkoşîna azadiyê, serdestiya hiqûqê û demokrasiyê derbikevin."      Partî û tevgerên di Tifaqa Kurdistanî de cih digirin wiha ne:   Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Komeleya Kurdên Demokrat ên Şoreşger (DDKD) Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Partiya Demokrat a Kurdistan-Bakur (PDK-Bakur) Partiya Komunîst a Kurdistan (KKP) Partiya Azadî  Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye (PDK-T)