Meclîsa Jinan a HDP’ê: 8’ê Adarê roja hesab pirsînê ye 2021-03-04 10:00:41   ENQERE – Endama Koordînasyona Meclîsa Jinan a HDP’ê Bedîa Akkaya diyar kir ku ew ê di 8’ê Adarê de li qadan bin û got: “Em ê vê rojê wek roja têkişîna li dijî tacîz, destdirêjî û ji tecrîdkirina jinan re bêjin bisekine deynin holê. 8’ê Adarê roja hesab pirsînê ye.”    Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan îsal bi dirûşmeya “Îsyana me ji bo azadiya me ye” 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz bike. Meclîsa Jinan a HDP’ê di çarçoveya rasthatina 8’ê Adarê de li gelek bajaran şahî û çalakî li dar dixe. Wê roja 8’ê Adarê jî daxwazên xwe li qadan qîr bikin.    Endama Koordînasyona Meclîsa Jinan a HDP’ê Bedîa Akkaya têkildarî çalakiyên 8’ê Adarê ji ajansa me re axivî.    Akkaya anî ziman ku li Tirkiyê wêneyek giştî yê bêedaletiyê heye û ev wêneyê bêedaletiyê xwe di êrişên li ser jinan de radixe ber çavan. Akkaya diyar kir ku konseptek êrişên li ser jinan bi bêçaretiyê re rûbirû hiştin heye û ew wek Meclîsa Jinan a HDP’ê dixwazin van pirsgirêkên jinan bi perspektîfa çareseriyê ji holê rakin.    LI DIJÎ BÊEDALETIYÊ TÊKOŞÎN    Akkaya anî ziman ku li Tirkiyê jin bi tecrîdê re rûbirû ne û ew ê li dijî bêedaletiya li jinan tê kirin têbikoşin. Akkaya da zanîn ku ew ê bi daxwaza “Ji bo jinan edalet” li dijî sepana lêgerîna tazî, binpêkirina mafên mirovan, desteserkirina mafê jinan îtîraza xwe bilind bikin û ew di têkoşîna ji bo edaletê de bi biryar in.    ‘KES NIKARE 8’Ê ADARÊ BIDARIZÎNE’    Akkaya destnîşan kir ku yek ji cihê herî lê zêde bêedaletî heye girtîgeh in û li girtîgehan tecrîd din ava tecrîdê diqewime. Akkaya anî ziman ku gelek jin ji ber xebatên 8’ê Adarê tên darizandin û girtin û got: “Kes nikare 8’ê Adarê bidarizîne.” Akkaya diyar kir ku ew wek Meclîsa Jinan a HDP’ê bi berxwedan û têkoşîna jinên girtî wê têkoşîna xwe bidomînin û ew ê bi vê xeta têkoşînê 8’ê Adarê pêşwazî bikin.    ‘EM Ê HESAB BIPIRSIN’   Akkaya destnîşan kir ku jin di her warî de xwedî biryar in û got: ““Em ê vê rojê wek roja têkişîna li dijî tacîz, destdirêjî û ji tecrîdkirina jinan re bêjin bisekine deynin holê. 8’ê Adarê roja hesab pirsînê ye. Em ê bi coş û kelecan vê rojê pêşwazî bikin. Em di vê 8’ê Adarê de wek serkeftin û encamê diyarî dikin.”