Derbarê dema girtina Dundar de fezleke amade kirine 2021-03-04 09:40:02   ENQERE – Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar ku derbarê wê de fezleke hatiye amadekirin, li gel ku wê demê di girtîgehê de bûye ji bûyerên ku di sala 2013’an de li Licê hatibûn destpêkirin berpirsyar hat dîtin.    Di fezlekeya ku derbarê Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar de hatiye amadekirin de çalakiya ku tevlî nebûye cih digire. Dundar, ji çalakiya kon ku di sala 2013’an de li navçeya Licê ya Amedê li dijî çêkirina qaleqolê hatibû detpêkirin berpirsyar hatiye dîtin. Dema ku ev çalakî hatine destpêkirin Dundar, li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtî bûye. Li gel vê jî di fezlekeyê de hatiye gotin ku Dundar çûye kon û “rêxistinbûnê” kiriye. Her wiha Dundar, li gel ku wê demê ne parlamenter û endama MYK’ê bûye ji bûyerên Kobanê jî berpirsyar hatiye dîtin.    MA / Dîren Yûrtsever