Trump û Erdogan dê hevdîtin bikin 2018-01-23 19:19:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu piştî hevdîtina bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson re diyar kir ku dê di 24'ê Çile de Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump hevdîtin bikin.    Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson li paytexta Fransa Parîsê hatin cem hev. Wezîrê derve Çavuşoglu, piştî hevdîtinê ji ajansa Reutersê re axivî. Çavuşoglu diyar kir ku Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan dê di 24'ê Çile de bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re hevdîtin bike.