Rojnameger Haydar Ergul û Seda Taşkin hatin girtin 2018-01-23 18:53:07 STENBOL – Rojnameger û edîtorê Kovara Demokratîk Modernîte Haydar Ergul ê di 16'ê Çile de li Amedê hatibû binçavkirin bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" hat girtin. Nûçegihana me Seda Taşkin jî bi îdiaya “Endama rêxistinê ye” hat girtin.    Di 16’ê çile de Rojnameger û edîtorê Kovara Demokratîk Modernîte Haydar Ergul ê xwest li Balafirgeha Amedê biçe Stenbolê hatibû binçavkirin. Ergûl piştî 7 rojan vê sibê derxistin Edliya Çagliyan a Stenbolê. Ergul li dozgeriyê îfade da. Dozger jî bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” bi daxwaza girtinê ew sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî piştî li îfadeya Ergul guhdar kirin, bi heman tawanbariyê biryara girtinê dan û şandin girtîgehê.    NÛÇEGÎHANA ME MEZOPOTAMYA HAT GIRTIN   Nûçegihana Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) Seda Taşkin di 20’ê kanûna 2017’an de li Mûşê hatibû binçavkirin û di 23’ê kanûnê de jî bi şertê kontrola adlî hatibû berdan. Piştî berdana Taşkin dozgeriya Mûşê îtîrazî berdana wê kir û girtina wê xwest. Taşkin duh êvarê li Enqereyê di serde girtina malê de hat binçavkirin û îro ew derxistin Edliya Enqereyê.  Taşkin bi riya SEGBÎS’ê îfade da Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Bedlîsê. Piştî îfade dayînê, dadger der barê rojnameger Taşkin de bi îdiaya “Endama rêxistinê ye” biryara girtinê da.    Taşkin şandin Girtîgeha Sîncanê.