Nûçegihana me Seda Taşkin hat girtin 2018-01-23 17:42:38 ENQERE – Nûçegihana me Seda Taşkin bi îdiaya “Endama rêxistinê ye” hat girtin.  Nûçegihana ajansa me Ajansa Mezopotamyayê (MA) Seda Taşkin di 20’ê Kanûna 2017’an de li Mûşê hatibû binçavkirin û di 23’yê Kanûnê de jî bi şertê kontrola adlî hatibû berdan. Piştî berdana Taşkin dozgeriya Mûşê îtîrazî berdana wê kir û xwest bê girtin. Taşkin duh êvarê li Enqereyê di avêtina ser malê de hat binçavkirin û îro ew sewqî Edliya Enqereyê kirin.  Taşkin bi riya SEGBÎS’ê îfade da Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Bedlîsê. Piştî îfadedayînê, dadger der barê rojnameger Taşkin de bi îdiaya “Endama rêxistinê ye” biryara girtinê da.    Taşkin şandin Girtîgeha Sîncanê.