Li Efrînê 17 kes bi girseyî hatin definkirin 2018-01-23 17:12:26 EFRÎN – 17 kesên li Efrînê di êrîşa TSK'ê de jiyana xwe ji dest dan, hatin veşartin.  Li aliyekî operasyona Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li dijî Efrînê di roja 4'an de dewam dike. Li aliyekî din jî kesên di bombebarana TSK'ê de jiyana xwe ji dest dan tên oxirkirin. 14 endamên QSD'ê û 3 welatiyên sivîl bi giştî 17 kesên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dan li Efrînê bi girseyî hatin veşartin. Cenaze ji Nexweşxaneya Avrînê hatin rakirin û girseyê darbestên 17 kesan hildan ser milan û ber bi Goristana Metîna ve dest bi meşê kirin. Girseyê bi yek dengekî di meşê de slogana "Bijî berxwedana Efrînê" berz kir û gihîşt goristanê.    Di merasîmê de Endama TEV-DEM’ê Asya Ebdullah axivî û got: "Li dijî faşîzma Erdogan em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Çi dibe bila bibe em ê dest ji axa Efrînê bernedin. Em bang li hemû hêzên navneteweyî dikin. Bila werin vê derê û bi çavên xwe bibînin bê çi li vir diqewime.”   Piştî axaftinan cenaze bi girseyî li gel berzkirina sloganan hatin definkirin.