Operasyona Efrînê di roja 4’emîn de ye: Em nabin şirîke şerê AKP'ê 2018-01-23 16:44:02 NAVENDA NÛÇEYAN – Partiyên siyasî û saziyên sivîl li Amed, Wan û Enqereyê bertek nîşanî êrîşên li dijî Efrînê dan û gotin: “Ev şer ne şerê me ye.”  Operasyona Hezên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên girêdayî TSK'ê ya li dijî Efrînê di 20’ê çile de destpê kir,  di roja 4’emîn didome. Her ku diçe bertekên tund li dijî êrîşên li ser Efrînê zêde dibin. Îro jî li gelek navendan daxuyanî hatin dayîn û êrîşên bi şîrîkatiya Rûsya pêk tên şermezar kirin. Platfoma Şaxan a KESK’ê ya Enqereyê bi civînek çapemeniyê li Navenda Giştî ya Tum Bel Sen’ê şermezar kir. Hevseroka Giştî ya KESK’ê û gelek endamên KESK’ê beşdarî civînê bûn. Li Salonê pankarta “Em ê nebin şîrîkê şerê desthilata AKP’ê û ji şer re n” daliqandin.    Li ser navê Platformê Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmara 2’an a Enqereyê Nusret Sulkalar daxuyanî da û got: “Birayên me kurd ji bo Tirkiyeyê ne tehdît in. Ev şer ne şerê me ye.”    Civîn bi berzkirina slogana “Ji şer re na, aştî anha” bi dawî bû.    WAN   Pêkhateyên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên Wanê jî li dijî êrîşên hewayî û bejahî yên li ser Efrînê bi civîna çapemeniyê ya li avahiya DBP’a Wanê li dar xist bertek nîşan da. Aktîvîsta TJA’yê Pervîn Ozgur daxuyanî da û got: “AKP û MHP’ê gelên Rojhilata Navîn kaşkirin nav şerekî dê belav bibe. Dem dema piştgiriya bi gelên Efrînê re ye. Em ê li dijî şerê li ser gelê kurd tê meşandin bêdeng nemînin. Em bangî her kesî dikin ku li hember şerê AKP’ê yê dij hiqûq û êrîşên derveyî mirovahî bi hestiyar bin.”    AMED    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Erxenî jî li avahiya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û êrîşên li ser Efrînê şermezar kir. Hevserokê HDP’a Erxeniyê Îbrahîm Bîngol axivî û hişyar kir ku dê ji van êrîşên li ser Efrînê gelên kurd, tirk û ereb û hemû gelên din ziyanek mezin bibînin û got: “Şerê li dijî Efrînê dê zerarê bide aştî û demokrasiya li Rojhilata Navîn.”