Parêzer Sidki Zilan hat berdan 2018-01-23 15:59:44 AMED - Parêzer Sidki Zilan ê der barê Efrînê de li ser hesabê twîtterê dijberiya xwe ya operasyonê parve kir û hat binçavkirin hat berdan.  Operasyona TSK'ê ya li dijî Efrînê di roja 4'an de berdewam dike. Kesên li ser hesabên twitterê dijberiyên xwe anîn ziman gelek ji wan der barê wan de lêpirsîn hatin vekirin. Parêzer, siyasetmedar û rojnameger hatin binçavkirin. Di nava kesên hatin binçavkirin de Sidki Zilan jî hatibû binçavkirin. Sîlan ê duh hat binçavkirin îro sewqî dozgeriyê kirin. Dozger jî bi îdîaya "Gel teşwîkî kîn û nifrînê kirine" bi daxwaza girtinê ew sewqî dadgehê kir. Zîlan, piştî îfade da Dadgeha Cezayê Sulhê bi şertê kontrola edlî serbest berda.