Jinek kuştin, 4 jê zarok 5 kes birîndar kirin 2018-01-23 15:41:22 EFRÎN – Êrîşên hewayî û bejahî yên li dijî Efrînê di roja 4'emîn de dewam dike û pevçûnên dijwar diqewimin. Şer li navçeyên Cindirês, Reco Şera û Şehbayê belav bûye, êrîşên topan bê navber dewam dikin. Ji ber êrîşên topan, jinek 46 salî qetil kirin û 4 jê zarok 5 sivîl birîndar kirin. Operasyonha Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û OSO'yê di 20'ê Çileyê li dijî Efrînê ji hewa û bejahî ve dest pêkiribûn, di roja 4'emîn de dewam dike. Pevçûn li navçeyên Cindires û Recoyê û gundên herêmê kûr bûye. Li gel pevçûnên dijwar, bi çekên giran herêm tê topbarankirin.   Nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) yên li herêmê agahiyan radigihînin, bi şev li gundê Til Selur ê Cindiresê êrîşa hewayî pêk hatiye û jina bi navê Sewsen Cemîl Silêman (46) jiyana xwe ji dest daye, kurê wê yê 7 salî Mihemed Esmed û zarokê ji heman gundî yê 10 salî birîndar bûne. Di êrîşa topan a li dijî gundê Hemamê de Ehmed Sebrî Kendî (50) bi giranî birîndar bû.   Şerê li nvçeya Reco, gundê Omera, gundê Xelîl û çoltara Bilbilê bi şev dest pêkir, dewam dike. Balafirên şer gundên Reco yên wekî Baliya, Kurdo, Qernê û Girê Kevreker bombe kir.   Di êrîşa li dijî Girê Qestel Cindo yê navçeya Şera ya Erfînê de endamê Yekîneya Çapemeniya YPG'ê Tolhildan Welat jiyana xwe ji dest da.   Hat diyarkirin li Şehbayê jî şerên dijwar diqewimin û li dijî Qamişloyê êrîşa bi hewanan pêk hat.