TGS: Rojnamegerên di binaçavan de berdin 2018-01-23 15:07:57 STENBOL – TGS’ê li dijî binçavkirina rojnamegeran bertek nîşan da û xwest ku rojnamegerên di binçavan de demildest bên berdan.  Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyê (TGS), binçavkirina rojnameger û nivîskarên bi hinceta parvekirinên têkildarî Efrînê ku di medya civakî de belav kirine şermezar kir. TGS’ê bi daxuyaniyekî nivîskî bertek nîşanî binçavkirinê da û binçavkirina rojnameger Hayrî Demîr, Seda Taşkin, Îskak Karakaş, Nurcan Baysal û Sîbel Hurtaş bibîr xist û xwest ku demildest bên berdan.    TGS’ê got ku rojnameger di serî de aştî, demokrasî, mafê mirovan, nirxên mirovahiyê yên gerdûnî, pir rengî û pir dengiyê diparêz e û rojnamegeriya li pey rastiyê ye civakê diparêze û carna jî civakê ji berkendalbûnê dizivirîne.