Parêzer: Baroya Stenbolê berdevkiya şer dike 2018-01-23 15:02:28 STENBOL - Parêzeran bertek nîşanê parvekirinên Baroya Stenbolê yên piştgirî dide operasyona li dijî Efrînê dan û ev tişt gotin: "Ne postalan, cubeyên xwe li xwe bike birêz baro, ne şer, kesên li dijî şer derketin û hatin binçavkirin biparêzin." Parêzeran bertek nîşanî daxuyaniyên Baroya Stenbolê yên wekî "Yekitiya nayê parçekirin, wekheviya axa Sûriyeyê û ji bo plana DYA'yê xirab bikin em li Efrînê ne" dan û aşkera kir ku bila her kes xwedî li aştiyê derkeve. Serokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a bi KHK'ê hat girtin Gukmen Yeşîl, got ku "Ne postalan, cubeyên xwe li xwe bike birêz baro, ne şer, kesên li dijî şer derketin û hatin binçavkirin biparêzin." Parêzer Tamer Dogan diyar kir ku Baroya Stenbolê serkêşiya şer dike û ev tişt got: "Ev ruhê Yenîkapiyê ye, an di nêçîra pîrhevokan de hûn ditirsin ku dê dor bê we? Hûn li Efrînê bi çeteyên OSO'yê re ne, hûn di vê verqê de ne! Serpel Mehmet Durakoglu jî li Efrînê ye?"   'HÛN XWE BÊDENG BIKIN DÊ HÊJ BAŞTIR BE'   Parêzer Kema Aytaş jî got ku ji Baroya Stenbolê re sed heyf û wiha axivî: "Hûn bi kuve bigirin dê di destê we de bimîne. Ev qet li we nehat. Hûn xwe bêdeng bikin dê baş be. Ez we şermezar dikim." Parêzer Hacer Çîçek jî xwest baro ruyê xwe yê rast bide nîşan û ev tişt anî ziman: "Baroya ku hiqûq û mafê mirovan biparêze, Lijneya Rêveberiya Baroya Stenbolê cihê ku piştgiriyê bide aştiyê, li eniya şer cih girtiye. Li Efrînê ne DYA'a OSO heye û hûn qasî ku vê nabînin kor bûne."   'EM BAROYÊ BAŞ NAS DIKIN!'   Hevberdevka Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) Parêzer Fatma Ozdemîr diyar kir ku ew Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê Metîn Feyzîoglu û Baroya Stenbolê baş nas dikin û da zanîn ku dema bajarên kurdan qedexe kirin û mirov li wir hatin kuştin, wan rûyê van kesan baş dîtiye. Ozdemîr aşkera kir ku ew li gel Efrînê ne û Efrîn ne bi tenê ye.   BANGA ÎSTIFAYÊ LI BAROYÊ KIRIN   Endama Baroya Hiqûqnasên Bindest Parêzer Gulhan Kaya jî banga îstifayê li Baroya Stenbolê kir û da zanîn ku baro berdevkiya şerê desthilatdariyê dike û dixwazin şoreşa Rojava bifetisînin.