Dimenê gundên Balafirên TSK'ê bombe kirin hat kişandin 2018-01-23 15:01:01 EFRÎN – Li Efrînê dîmenên navenda sivîlan ên piştî bombebarana hewayî ya balafirên şer ên TSK'ê hatin kişandin, xuya dike ku avahî û malên xelkê dem û dûz bûne û sewalên welatiyan mirar bûne.   Balafirên şer ên TSK'ê gelek gundên girêdayî Efrînê bombe kir. Gelek navend û gundên Efrînê ji ber bombebarana balafiran ên TSK'ê xisar dîtin û xera bûn. Bi taybetî gundên girêdayî Raco, Bilbilê û Şera gelek xêniyên welatiyan dem û dûz bûne. Ji ber êrîşê xanî hilweşiyan, sewal di bin xaniyan de mirar bûn. Maşîneyên welatiyan zerar dîtin.