Di doza Nisêbînê de êrîşa li dijî Efrînê şermezar kirin 2018-01-23 14:27:04 MÊRDÎN - Di danişîna doza îro ya Nisêbînê de, êrîşên li dijî Efrînê şermezar kirin. Girtiyan da zanîn ku ew ê parastinê nekin, doz taloqî sibê bû. Dewleta tirk di 26'ê Gulana 2016'an de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê, qedexeya derketina derve îlankiribûn û 50 kesên ji navçeyê tehliye bûbûn, hatibûn giritn. 6'emîn danişîna dozê li 4'emîn Dadgeh Cezayê Giran a Mêrdînê dewam kir. Danişîna dozê li avahiya Miduryeta Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) de dest pê kir.   Di danişîna dozê ya îro de girtiyan ji ber operasyona TSK'ê ya li dijî Efrînê parastin nekir û êrîş şermezar kirin. Li ser vê biryarê heyeta dadgehê doz taloqî sibê kir.