9 hezar û 572 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin 2021-02-25 21:33:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 73 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û testa 9 hezar û 572 kesên din jî  pozîtîf derket. Hejmara kesên heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane bû 28 hezar û 538.   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên hatine parvekirin li Tirkiyeyê îro 73 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 9 hezar û 572 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin. Her wiha hejmara kesên ku heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane jî bû 28 hezar û 538 û hejmara kesên heya niha testa wan pozîtîf derketiye jî bû 2 milyon û 674 hezar û 766.