Hinceta berdana faîlê îstîsmarê: Maç kirin ne tacîz e 2021-02-25 16:17:12   ŞIRNEX - Selîm B.’yê li Silopiya tacizî 5 zarokan kir, piştî îfadeya “ez serxweş bûm” hat berdan. Malbatekê jî diyar kir ku miduriyeta polîsan ji wan re gotiye “maçkirina zarok ne tacîz e."   Hat diyarkirin ku li Taxa Dîcle ya navçeya Silopiyayê di 18’ê sibatê de Selîm B. 3 jê lawik 5 zarok dema li kolanê dilîstin tacîz kirine. Bûyera tacîzê piştî ku zarokên bi tirs çûn malê û bûyer ji malbatên xwe re vegot derket holê. Pişt re malbat çûn Miduriyeta Polîsan a Silopiyayê û giliyê Selîm B. kirin. Li ser gilîkirinê, polîsan Selîm B. binçav kir. Selîm B. piştî ku di îfadeya xwe de gotiye “ez serxweş bûm bê daxwaziya min çêbû” û hat berdan. Dayika Y.Ş. ya ku hat tacîzkirin diyar kir ku dema çûn miduriyeta polîsan gilî kirin e, polîsan ji wan re gotiye “maçkirina zarok ne tacîz e."    Ji aliyê din ve hat gotin ku polîsan gotiye “tu delîl di destê me de nînin” û gotinên zarokan berçav negirtine.