Bûldan: Baweriya bi AKP’ê nemaye 2021-02-25 15:50:46   STENBOL – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku desthilatê hesabê operasyona Garê nedaye û ev tişt got: “Baweriya bi AKP’ê nemaye.”   Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, di çarçoveya kampanya “Destpêkê Edalet” de piştî serdana xwe ya Partiya Kedê (EMEP), çû serdana Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP). Serdan li Rêxistina TÎP’ê ya Bajar a Stenbolê pêk hat. Parlamenterên HDP’ê Zuleyha Gulum û Dilşad Canbaz Kaya jî bi Bûldan re tevlî serdanê bûn. Heyeta HDP’ê ji aliyê Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş û rêveberên partiye ve hat pêşwazîkirin.     ‘EM Ê HEVDÎTINÊN XWE BIDOMÎNIN’     Di serdanê de destpekê Pervîn Bûldan axivî û diyar kir ku wê hevdîtinên xwe yên ku bi rêxistinên sivîl û partiyên siyasî re dane destpêkirin wê bidomînin û wiha got: “Beriya hilbijartineke pêkan em ê bi hemû beşan re bên gel hev û ji bo pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê li çareseriyê bigerin. Pêwistiya herkesî bi edaletê heye. Em dixwazin ku di vê mijarê hemû beşên civakê bi me re tevbigerin. Li Tirkiyeyê qrîzeke kûr a aboriyê heye. Sedema vê qrîzê polîtîkayên desthilatê yên veqetandina para mezin a budçeyê ya ji şer û alîgiran re ye. Heke çavkaniyên aborî ji aştî, demokrasi û azadiyên re bên veqetandin dê li Tirkiyeyê qrîzên siyasî û aborî çênebin.    ‘VÊ FERASETÊ WINDA KIR’   Di berdewamê de Bûldan, bal kişand ser operasyona Garê û têkildarî mijarê ev rexne li AKP’ê kirin: “Diviya ku ev wiha nebûna. Bi şer û bombeyan pirsgirêk nayê çareserkirin. Kesên ji vê rêbazê bawer kirine tune nemane. Vê ferasete timik winda kiriye. Bi operasyona Garê re AKP’ê bertekên mezin ji civakê girtiye û baweriya pê nemaye. Di hilbijartineke destpêkê de wê gelên Tirkiyeyê ji AKP’ê re bibin bersiv. Em dizanin ku êdî nikarin welat bi rê ve bibin. Bi vê hirsê êrişî partiye me dikin. Çi dikin bila bikin HDP’ê wisa bi hêsan nikare bê daqurtandin.”   ERKAN BAŞ: HDP NE BI TENÊ YE   Piştî Bûldan, Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş jî axivî û diyar kir ku HDP’ê ne bi tenê ye û bi hevrûba xwe ya bi HDP’ê re kêfxweş in û wiha got: “Çiqas ku tengav dibin gele kurd hedef digirin û bi dijminahiyê HDP’ê bi tenê dihêlin. Heke îro HDP partiyeke ku awayê AKP’ê dixwaze buna wê bi êrişan re rû bi rû nemaya. Di destê wan de tenê zor maye û vê bi kar tînin. Kî têkoşîna azadî û demokrasiyê dide ew dibe hedefa desthilatê. Divê hemû karker, kedkar û jin li dijî desthilatê yekitiya xwe bi biryardarî pêk bînin û têbikoşin. Em dizanin ku vê hevdîtinê bibe gaveke girîng e. Em ji ber serdana binirx û nazik a hevalên xwe kêfxweş in.”   Piştî axaftina hevdîtin ji çapameniyê re girtî berdewam kir.