Ji Azadî, PAK, PDK-Bakur û PSK'ê banga hevpar: Êrîşan rawestînin 2018-01-23 13:25:08 AMED - Partiyên Hareketa Azadî, PAK, PDK-Bakur û PSK li dijî erîşên li ser Efrînê daxuyaniyek hevpar da û bang kir ku êrîş demil dest bên rawestandin û gotin ku mafê kurdan jî wek ê her kesî heye ku li ser axa xwe azad jiyan bike.  Berteka partiyên siyasî yên kurd li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê dewam dikin. Di roja 4'emîn a êrîşan de Hareketa Azadî, Partiya Azadiya Kurdistan (PAK), Partiya Demokrata Kurdistan-Bakur(PDK-Bakur) û Partiya Sosyalîsta Kurdistan (PSK) li Amedê bi daxuyaniyek hevpar civîna çapemeniyê li dar xistin. Li ser navê partiyan Serokê Giştî yê PSK'ê Mesud Tek daxuyanî xwend û diyar kir ku şer li hemû deran dibe sedema kareseta mirovî, wêrankirinê, aloziya siyasî û ji hevketin û drrketina beşên civakî û wiha got: "Bêguman dê Efrînê jî wê wisa be. Ji dema, ku dewleta tirk, derheqa pirsa kurd de vegeriya siyaseta tundûtijiyê, daxwazên kurdan yên azadî û demokrasiyê li seranserî Kurdistanê, li ser xwe xeter dihesibîne. Dewleta tirk bi vê têgihiştina xwe ve, li gel Îran û Irak hevkarî çêkir û piştgiriya leşkerê Iraq û Heşdî Şabî kir, ku Kerkûkê dagir bikin."   ‘KURD EWLEHIYA TIRKIYEYÊ NAXIN XETEREYÊ'   Tek da zanîn ku Tirkiye li dijî statûtiya kurdên Sûriye derdikeve û wiha axivî: "Tirkiye her bi vê têgihiştinê ve, li dijî statûya kurdên li Sûriyeyê derdikeve. Dixwaze nişan bide, ku statûya kurdan li Sûriyê xeter e li ser asayişa netewiya Tirkiyeyê. Pêşî lê girtina avakirina ‘korîdora kurd' wekî hincet ji bo operasyona li dijî Efrinê dide nîşandan. Lê belê navçeyên, ku wekî ‘korîdora kurdî' tê binavkirinê, bi hezaran sal e, ku ya kurdan e. Wekî li Tirkiyeyê û perçeyên din, mafê kurdên Sûriyê jî hene, ku welatê xwe birêve bibin û li welatê xwe bi azad bijin. Li gel vê yêkê daxwazên azadî û wekhevî yen kurdan rewa ye û ji bona cigîr bûna aramî û azadî li Rojhilata Navîn pêwîst e werin bicih kirinê. Ji ber vê yêkê daxwaza statûyek a kurdên Sûriyê ne xeter e li ser Tirkiyeyê."   ‘ŞER ALOZIYÊ KÛRTIR DIKE'    Tek destnîşan kir ku divê hemû kes li dijî şer derkevin û daxuyaniyê wiha bi dawî kir: "Tirkan, kurdan û hemû azadîxwaz û aşitixwazan dengên xwe li dijî tundûtijiyê û şerê hanê bilind bikin. Fikr û nêrîna cihanê, Yêkîtiya Milletan, Yêkîtiya Ewropa, NATO û Rêxistina Hevkariya Îslamî bona sekinandina serê hanê û çareser kirina pirsan bi şiweyê aşitî, divê dest bi kar bin. Şer ne çareserî ye, alozî û neçareserî ye. Divê pirsgirêkan, bi rêya diyalog û têgihiştina hevdu û aşitî were çareserkirin.   Operasyonên leşkerî yên dervayî sînoran, pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê çareser nake. Çareserkirin di nava Tirkiyeyê de ye. Pirsa kurd bi diyalog û giftûgo, bi nasandina mafên netewî yên gelê Kurd, bi cîgîrtir kirina demokrasî ve tê çareser kirinê."