Ji 10 saziyên jinan daxuyaniya Gulistan Şaylemez 2021-02-25 09:53:14   NAVENDA NÛÇEYAN – Saziyên jinan ên li Ewropayê ji bo Gulistan Şaylemez ku di 15'ê sibatê de li Amedê ji aliyê birayê xwe ve hatibû qetilkirin daxuyaniyeke hevpar dan û diyar kirin ku Şaylemez bûye qurbanê paşverûtiya malbatê.   Li Ewropayê, 10 rêxistin û saziyên jinan, ji bo Gulistan Şaylemez ku di 15'ê sibatê de li Amedê ji aliyê birayê xwe ve hatibû qetilkirin, daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de kuştina Şaylemez hat şermezarkirin û hat destnîşankirin ku wê ji bo qetilkirinên jinan bêdeng nemînin.    Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:    “Gulistan Şaylemez ku 15'ê Sibatê li Amedê ji aliyê birayê xwe ve hate kuştin dayika çar zarokan bû. Em, ê ku ew kuşt û yê ku bûn sedema kuştina wê şermezar dikin. Çi zîhniyeta dewleta tirk a faşîst, çi jî zîhniyeta hevser, kek-bira ji bo me jinan weke hev in! Kujer, kujer e! Bira yan jî kek be vê rastiyê naguherîne.   EM Ê LI HEMBERÎ VÊ BÛYERA KUŞTINÊ BÊDENG NEMÎNIN   Gulistan Şaylemez çima hate kuştin? Ji hevserê xwe cihê bûbû, bi zarokên xwe re dima. Li hemberî zor û zehmetiya jiyanê li ber xwe dida û hewl dida ji bo xwe jiyaneke nû ava bike. Lê belê di temenê xwe yê ciwan de li naverastê bi rengekî ku qet heq nedikir hate kuştin. Bêdengiya li pêşberî kuştina jinan tê wateya hevkariya komkujiyan. Em ê li hemberî vê bûyera kuştinê bêdeng nemînin. Divê gelê kurd êdî vê zîhniyetê rawestîne. Kê biryara vê komkujiyê dabe divê êdî bê teşhîrkirin. Kujer kî dibe bila bibe, rastiya kujeriya wî naguhere. Em careke din kujer, malbat û dewletên ku kujeran diparêzin şermezar dikin.   DI ŞEXSÊ JINÊ DE TUNDÎ LI TAVAHIYA CIVAKÊ TÊ KIRIN   Gulistan Şaylemez a di temenê zarokatiyê de hate zewicandin bû qurbanê paşverûtiya malbatê. Jin li kîjan civakê bên kuştin, ev yek paşverûtî ye, hovîtî ye. Nêzîkatiyên ku bûyerên kuştinê asayî nîşan didin, nêzîkatiyên ji rêzê ti carî nayên qebûlkirin. Jin ne tenê li nava malbatê û li qadên cemaweriyê jî tên kuştin, bi taybetî dewlet serkêşiyê ji vê faşîzma zayendperestiyê re dike. Tundî ne tenê li dijî jinê ye, di şexsê jinê de li dijî tevahiya civakê tê kirin.   KUŞTINA JINÊ GIHÎŞTIYE ASTA QIRKIRINÊ ZAYENDÎ   Tundiya li dijî jinê pirsgirêka bingehîn a jinan hemûyan e. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, divê jin cudahiya ziman, ol, nijad û etnîkî deyne aliyekî û li hev bicivin. Kuştina jinê êdî gihîştiye asta qirkirina zayendî. Ji ber vê yekê pêwîstî bi têkoşîneke rêxistinî heye. Heta ku jin di têkoşîna rêxistinbûyî de bi rengekî hevgirtî tevbigerin dikarin vê pirsgirêkê çareser bikin û pêşî li qirkirina jinê bigirin. Bi navê sazî û meclîsên jinan em kuştina jinan bi tu bahaneyi qebûl nakin. Biryara kuştina Gulistan ji aliyê kê ve hatibe girtin divê bê darizandin."   Sazî û rêxistinên jinan ên mohra xwe danîne binê bangê:   Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê Meclîsa Jinê ya Desdan Dziewuchy Berlîn Women Defend Rojava-Elmanya  Partiya Femînîst Dîe Fraûen Yekîtiya Xwendekarên Jin ên Kurd  Meclîsa Jinê ya Êzidî ya Binevş a Berlînê Meclîsa Jinê ya Ûta-Dresden Yekîtiya Jinên Sosyalîst Yekîtiya Jinên Koreyî Trostfraûe