Xwendekar: Deriyên hatin kelemçekirin, ji tacîzkaran re hatine vekirin 2021-02-25 09:04:07 STENBOL - Xwendekaran diyar kir ku ew qeyûmên dewletê ji zext û zoriyên wan ên fiîlî yên li bajarên kurdan nas dikin û got: "Deriyên hatine kelemçekirin, ji elemanên tacîzker-pedofîlî re hatine vekirin."  Protestoyên li dijî rektorê qeyûm Melîh Bûlû yê AKP'î ku tayinî Zanîngeha Bogazîçiyê hatiye kirin, didomin. Di van protestoyan de gelek xwendekar û kes hatine binçavkirin û girtin û her wiha îqtdar xwendekaran wekî "terorîst" îlan dike.    ZEXTEKE FIÎLΠ   Endamê Hêzên Şoreşger ên Ciwanna (Dev-Guç) Ûlaş Bûdak, qeyûman wekî "zexta fiîlî ya rûtîn a dewletê" nirxand. Bûdak, destnîşan kir ku ev êrîş li ser piştevaniya xwendekaran e û got: "Qeyûm proje ne. Ji bo pergala çandî ya zanîngehan xera bikin, çekên îqtidarê ne."    Bûdak, bilêv kir ku ew qeyûman gava tayinî şaredariyên HDP'î hatin kirin nas kirine.   Bûdak, anî ziman ku bi kelemçekirina deriyên zanîngehan, tê xwestin ku nêvenga zanistî bê xerakirin û got: "Derî li me xwendekarên bexwedêr girtin, lê ji elemanên tacizkar-pedofîllî, ji nêzîkatiyên antî-zanistî re vedikin."    Bûdak, bilêv kir ku divê piştevaniya li zanîngehan dorfireh bibe û ji bo pergala xweser û demokratîk a zanîngehan îşaret bi têkoşînê kir.    CIVAKÊ NAHESIBÎNIN   Endama Ciwanên Anarşîst Misra Sapan, destnîşan kir ku qeyûm amûr in ku îqtidar ji bo qadên civakî û çandî kontrol bike wan bi kar tîne û got: "Dewlet, bi qeyûman kirdeyên qadên civakî ji nedîtî ve tê. Bi qeyûmên tayinî komele, şaredarî û zanîngehan kiriye, dixwaze van qadan bi dest bixe û bi vî awayî polîtîkaya xwe ya dagirkirinê didome."    TÊKOŞÎNA JI BO PARASTINÊ    Sapan, anî ziman ku li dijî qeyûman ji bo parastina vîna xwe têdikoşin û bi "terorîzekirina" xwendekaran jî dixwaze têkoşînê bitepisîne. Sapan got: "Îqtidara AKP'ê bi pergala perwerdehiyê, dixwaze civakê di warê netewperest û muhafizekar de birêxistin bike û bi vî awayî îqtidara xwe bidomîne. Di vê çaçroveyê de jî dest avêtiye zanîngehan. Dixwaze lêprsînêkirinê, fikira azad tasfiye bike."    Sapan, ji bo têkoşîneke hevpar gazî kir.