Turkay: Kelemçeya elektronîk remza kole-efendî ye 2021-02-25 09:04:06 STENBOL - Koray Turkay ku cezayê hepsa malê lê hatiye birîn, vê biryarê nas nake û kelemçeya elektronîk red dike. Turkay ku kelemçeya elektronîk wekî qeydekê pênase dike, destnîşan kir ku ev yek sembola têkiliya kole-efendî ye.  Koray Turkay, di çalakiya 2'yê Sibatê ya li Kadikoyê de ya li dijî rektorê qeyûm Melîh Bûlûyê AKP'î, hatibû binçavkirin, piştî 2 rojên di binçavan de sewqî edliyeyê hatibû kirin û cezayê hepsa malê lê hatibû birîn.    Turkay ku biryara dadgehê qebûl nake, ji polîsên ku hatin mala wî û xwestin kelemçeya elektronîk li nigan bixin re gotiye "ez jiyana xwe ya rûtîn didomînim" û kelemçeya elektronîk qebûl nekiriye.    Turkay, bilêv kir ku gelek caran ragihandiye polîsan ku dê kelemçeya elektronîk nexe nigê xwe û got: "Hatin malê, ez ne li malê bûm. Telefon kirin. Gotin, em ê ragihînin dozgeriyê. Wer xuya ye, ê biryara girtinê bidin."    BINPÊKIRINA JIYANA TAYBET    Turkay, destnîşan kir ku hepsa malê û kelemçekirina elektronîk pêkanîneke dij mirovahiyê ye û got: "Ji mirovan weye, hepsa malê baştir e. Ez berevajî vê difikirim. Qet nebe li girtîgehê tu sporê dikî, li hewşê digerî. Lê di hepsa malê de, heger şaneşîna xaniyê te tune be, tu nikarî derkevî derve. Li girtîgehan cihê tu lê radizê amûrek tune ye, lê li malê heye û bi vê guh li odeya te ya razanê jî dikin. Beriya her tiştî, ev jiyana taybet binpê dike. Malê diguherîne girtîgehê. Ev bi xwe tê wateya bêîtibarkirinê."    NE KELEMÇE, QEYD E    Turkay ku kelemçeya elektronîkê wekî "qeyd"ê pênase kir, destnîşan kir ku kelemçeya elektronîk sembola têkiliya kole-efendî ye û got: "Bi vî awayî dibêje, 'Ez xweyqudretek werê me ku têkiliya kole-efendî ya hezar sal berê, niha jî pêk tînim.' Dê ev pêkanînên îqtidarê di pêş de jî xwe bidin der. Civakê hînî tiştina dikin." Turkay, anî ziman ku bi hepsa malê dixwazin têkoşîna demokrasiyê ya civakê bitepisînin û got: "Ev tarîtiyeke hezar sal berê ye. Lê yê bi ser nekevin."    Turkay, bilêv kir ku hepsa malê sûc e û ew vî sûcî bi awayekî tund red dike û got: "Heya niha kelemçeya elektornîk li nigên gelek hevalên me xistine. Lê em dikarin li dijî vê liberrabûnekê birêxistin bikin."    MA / Kadîr Guney