'Em ê li dijî xerakirina xaniyên Ben û Senê kon vedin' 2021-02-25 09:04:03 AMED - Li Taxa Ben û Senê, bi propagandaya "Li Sûran vejînê dest pê kir" welatiyên hejar tên mexdûrkirin. Welatiyan nerazîbûna xwe ya ji bo fiyetê ku şaredariyê ji bo xaniyan wan diyar kirine anîn ziman û gotin: "Em ê kon vedin û li vir bijîn."  Di çarçoveya xebatên restorasyonakirina sûrên Amedê de, derbarê 200 xaniyên li Taxa Ben û Sen a Yenîşehîrê de, biryara îstimlaqkirinê hatibû dayîn. PIştî biryarê dest bi xerakirina 155 avahiyên li hêla derve ya sûran hat kirin. Tê payîn di çarçoveya projeya ku bi propagandaya "Li Sûran vejîn dest pê kir" de hawirdor bê sererastkirin.   4 HEZA Û 500 AVAHΠ   Li Amedê yek taxa herî kevn a Amedê Ben û Sen e. Li quntara sûran e. Piraniya xaniyên wê bê tapo ne û nêzî 4 hezar û 500 avahî lê ne. ev avahî di dawiya salên 1960'î de hatine çêkirin. Piranî jî kesên ku di salên 90'î de gundên wan hatine şewitandin, hatine li vê derê bi cih bûne.    BERTEK    Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Munîr Karaloglû, di serdana xwe ya li taxê de derpêş kiribû ku wan û şêniyên taxê li hev kiriye û ji ber vê dest bi xerakirina avahiyan kirine. Lê belê şêniyên taxê ji fiyetê ku şaredariyê ji bo xaniyên wan diyar kiriye nerazî ne. Şaredariyê di navbera 50-100 hezar TL'yî de fiyet daye ber şêniyan.    'BI WÎ PEREYÎ KOXA MIRÎŞKAN JÎ NAYÊ ÇÊKIRIN'    Şêniyê taxê Kazim Ceylan ku di sala 1975'an de piştî erdheja Licê hatiye vê derê û xanî çêkiriye, anî ziman ku bi pereyê ku şaredarî diyar kiriye xanî nayê kirîn û got: "50-90 hezarî didin. Ma mimkun e ku mirov bi vî pereyî malekê çêbike? Bi vî pereyî koxa mirîşkan jî nayê çêkirin."    Ceylan, bilêv kir ku heger xaniyê wan bê xerakirin dê biçin devereke din a hejar. Ceylan, bal kişand ser rewşa kesên di kirê de jî û got: "Li vê taxê mexdûrê li ser mexdûran dimînin."    'EM NIZANIN EM Ê ÇI BIKIN'   Asûman Beyter ku 4 sal in li Ben û Senê di kirê de ye, diyar kir ku tevî 6 zarokên xwe di odeyekê de dimîne. Beyter, anî ziman ku ji ber ku di kirê de ye serî li şaredariyê daye û ji ber ku li deverên din kirê zêde ye, gava xanî bê xerakirin nizanin ê çi bikin. Beyter, xwest alîkariya kesên di kirê de bê kirin.    ‘GOTIN EM Ê BI SER WE DE BÎNIN XWARÊ'    Fereş Dînç jî anî ziman ku xaniyê wî 32 metrekare ye, lê belê fiyetê ku dane ber wî ne beramberiya heqê xaniyê wî ye. Dînç got: "45 sal in, li vir im. Ji min re gotin, 'Dixwazî bide dixwazî nede, em ê bi ser serê we de bînin xwarê.' Xera dikin bila xera bikin. Kes ji me jî naçe cihekî. Ma qey em ne însan in? Heger em ne welatî bin, nexwe bila xera bikin. Niha du zarokên min li cem min in. Bêkes in. Kar û bar tune ye. Ez jî teqwid bûme. Meaşê min hezar û 500 TL ye. Gava xera bikin ma ez ê bi vî meaşî herim ku? Pereyê ku didin jî têra xaniyekî nake. Ancax mirov dikare kon vede. Ev ne eyba me ye, eyba dewleta Tirkiyeyê ye."    'EM Ê KON VEDIN LI VIR BIJÎN'    Rabîa Yardimci jî got: "Li malê tenê kesek dixebite. Em zorê zikê xwe têr dikin. Heger xera bikin, em ê jî kon vedin û li vir bijîn. Ji lew ra wekî din tu çare ûrê tune ye. Em ê nikaribin bi vî meaşî heqê kirê bidin. Ceryan heye, av heye... Em 6 kes in, em ê çi bidin çi nedin."    MA / Eylem Akdag-Cahît Ozbey