Pisporê Psîkiyatriyê Hacimûsalar: Em li dijî xwekuştinê bi hev re têbikoşin 2021-02-25 09:04:02 ENQERE – Pisporê psîkiyatrê Yûnûs Hacimûsalar, anî ziman ku divê rojnamevan derbarê xwekuştinan de xwedîberpirsyar bin û got: "Gere em hayjêhebûna xwe ya di vî warî de zêde bikin. Em amade ne, ji bo xebateke bi hev re."  Her ku krîza aborî û civakî kûr dibe, hejmara xwekuştinan jî zêde dibe. Di du mehên ewil ên sala nû de, li gor nûçeyên hatine parvekirin 95 kes xwe kuştine. Lê belê gelek çapemenî nûçeyên xwekuştinê wekî tecrîheke şexsî dane der. Sekreterê Giştî yê Komeleya Pisîkiyatrîsên Tirkiyeyê Pisporê Psîkiyatriyê Doç. Dr. Yûnûs Hacimûsalar got: "Ji ber ku xwekuştin pirsgirêkeke girîng e, em hewl didin ku hayjêxwebûnê êzde bikin û pêşî li ber mirina bi vî rengî bigirin."    DANEYÊN KU DERENG HATINE AŞKEREKIRIN    Hacimûlara, destnîşan kir ku TUÎK'ê îstatîstîkên sala 2020'an aşkere nekirine û got: "Daneyan piştî dawiya salê bi 6 mehan aşkere dike. Yanî daneyên sala 2020'an ê di Hezîrana 2021'ê de bên aşkerekirin. Ev dane, dereng bi destê me dikevin. Di warê îstatîstîkî de agahî divên. Dereng bidextsitina daneyan pirsgirêkeke girîng e. Niha em daneyên xwekuştinê yên sala 2020'an li gor ên çapemeniyê dinirxînin. Yanî di dest me de daneyên fermî tune ne. Lê belê em dizanin ku li gor sala 2019'an zêde bûne. Di sala 2019'an de nêzî 4 hezar û 300 kes xwe kuştine."    TENDURISTIYA GEL    Hacimûsalar, destnîşan kir ku her sal li seranserê cîhanê zêdeyî 800 hezar kes xwe dikujin. Hacimûsalar, bilêv kir ku ev pirsgirêkeke tenduristiya gel e.    Hacimûsalar, bal kişand ser awayê servîskirina nûçeyan jî û got: "Mixabin îsal li gel pirsgirêkên ji ber pandemiyê, me pir nûçeyên xwekuştinê jî bihîstin. Em psîkiyatrît û xebatkarên çapemeniyê xizmeta heman armancê dikin. Ewm hewl didin ku mirov li cîhaneke hîn baştir, hîn aramtir bijîn. Lê mixabin di warê nûçeyên xwekuştinê de car heye çapemenî ne hesas e. Du sal berê bûyereke jehrîbûnê çêbû, ji ber madeyên kîmyewî. Û ev di çapemeniyê de bi awayekî hûrgulî hat parvekirin. Piştî vê nûçeyên mirinê yên bi heman rêbazê li ser hev hatin. Wê çaxê nûçeyên derbarê xwekuştinê bi awayekî hurgulî hatibûn dayîn. Û ev bûbû sedema lêhûrbûna li ser bûyerên xwekuştinê."    ZIMANÊ ÇAPEMENIYÊ    Hacimûsalar, bilêv kir ku nûçeyên bi vî rengî dibe ku rê li ber xwekuştinên din vekin û got: "Helbet divê nûçeyên bi vî rengî bên parvekirin. Lê awayê servîskirin û zimanê nûçeyê pir girîgn e. Divê zimanê wê ne zimanekî hurgulî be. Divê di wesfê nûçeyê de be, di asteke magazînî de be. Awayê xwekuştinê, dîmenên zêde û pêwendiya xwekuştinê ya bi sedemeke din re şaş in. Gelek sedemên xwekuştinê hene. Lê gava tu rabî tenê di sedemekê de asê bikî, tu wekî 'helwesteke birûmet,' dramatîze û romantîze bikî, ê bûyerên xwekuştinê zêde bibin. Lewma zimanê çapemeniyê pir girîng e."    ‘EM AMADE NE BI HEV RE BIXEBITIN'    Hacimûsalar, destnîşan kir ku li gor xala 20'an a Qanûna Çapemeniyê pênaseya "Êrîşa zayendî, cinayet û xwekuştinê" hatiye kirin. Hacimûsalar, bilêv kir ku gava ev bûyer wekî dilbijandinekê bên dayîn, cezayê vê yekê heye. Her wiha Hacimûsalar, di vî warî de pêşniyarek da ber rojnamevan û saziyên têkildar ji bo xebateke bi hev re û got: "Gere em hayjêhebûna xwe ya di vî warî de zêde bikin. Em û fakuletyên raghandinê teqez divê bi hev re bixebitin, di vî warî de. Em amade ne ku bi hemû saziyên dewletê, rêxistinên civaka sivîl û xeatkarên cemaweriyê re bixebitin di vî warî de."    MA / Emrûllah Acar