ROJEVA 25'Ê SIBATA 2021'Ê 2021-02-25 09:00:08 * Pisporê psîkiyatrê Yûnûs Hacimûsalar, anî ziman ku divê rojnamevan derbarê xwekuştinan de xwedîberpirsyar bin û got: "Gere em hayjêhebûna xwe ya di vî warî de zêde bikin. Em amade ne, ji bo xebateke bi hev re."  * Li Taxa Ben û Senê, bi propagandaya "Li Sûran vejîn dest pê kir" welatiyên hejar tên mexdûrkirin. Welatiyan nerazîbûna xwe ya ji bo fiyetê ku şaredariyê ji bo xaniyan wan diyar kirine anîn ziman û gotin: "Em ê kon vedin û li vir bijîn."    * Aktivîsta TJA'yê Zelal Bîlgîn, bertek nîşanî gotinên derbarê lêgerîna tazî de yên Ozlem Zengîn a AKP'î dan û got: "Gava em çav bi zimanê vê jinikê dikevin, bi awayekî aşkere em dibînin ku bê çima cinayetên jinan naqedin."    * Koray Turkay ku cezayê hepsa malê lê hatiye birîn, vê biryarê nas nake û kelemçeya elektronîk red dike. Turkay ku kelemçeya elektronîk wekî qeydekê pênase dike, destnîşan kir ku ev yek sembola têkiliya kole-efendî ye.    * Xwendekaran diyar kir ku ew qeyûmên dewletê ji zext û zoriyên wan ên fiîlî yên li bajarên kurdan nas dikin û got: "Deriyên hatine kelemçekirin, ji elemanên tacizker-pedofîlî re hatine vekirin."    * Serokê ÎHD'a Şaxa Amedê Abdûllah Zeytûn, anî ziman ku bêhiqûqîtiya li hemberî kesekî di asasê xwe de li hemberî tevahiya civakê ye û li dijî tecrîdê bal kişand ser têkoşîneke hevpar.    * Desteya Parastina Heyînên Çandî û Xwezayî ya Rihayê, Dêra Hanefîş Kaya wekî qada sîtê îlan kiribû. Lê belê ji bo parastina dêrê tiştek nehatiye kirin û defîneger wê texrîb dikin.   * Danişîna duyemîn a doza Mûsa Orhan ê destdirêjî Îpek Er kir û bû sedema kuştina wê dê li Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Sêrtê were lidarxistin. (09.00)   * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û şandeya li gel li Stenbolê di çarçoveya kampanya "Destpêkê Edalet" de serdana EMEP û TÎP'ê bike. (10.00-14.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Dersimê dê li navçeya Mazgêrdê di çarçoveya kampanya "Destpêkê Edalet" serdana esnaf û malbatan bike. (10.00)   * Rêxistinên HDP'ê yên Riha û navçeya Qelqeliya Wanê dê kongreyên xwe yên asayî li dar bixin. (10.00-11.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Mamakê dê li dozgeriyê giliyên Mehmet Ozhasekî yê AKP'yî û Nedîm Şener bike. (10.00)   * Danişîna doza zarokên di 15'ê Sibata 2019'an de li Wanê bi îşkenceyê re rûbirû mabûn dê li Dadgeha Cezayê Giran a Wanê were lidarxistin. (11.00)   * Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran dê li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Platforma Demokrasiyê ya Herêmê têkildarî binpêkirinên mafan ên diqewimin de dê li ber Abîdeya Mafê Mirovan a li Parka Koşûyolû ya Amedê daxuyanî bide çapemeniyê. (12.30)   * Şandeya DBP, KCD û HDP'ê ji bo yekîtiya neteweyî dê li navçeya Qoserê bernameya xwe birêve bibe. (13.00)