Beştaş: Bi polîtîkayên şer welat nagihîje tu derî 2021-02-24 17:37:34 AGIRÎ - Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di kongreya partiya xwe ya Agiriyê de axivî û wiha got: “Ev welat bi polîtîkayên şer nagihîje tu derî.” Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Agiriyê bi dirûşmeya “Xwebûn Azadbûne, Azadî bi Yekîtiye pêk tê” 2’yemîn Kongreya xwe ya Awarte li dar xist. Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Parlementerê Îdirê Habîp Eksîk, Parlementerê Agiriyê Abdulah Koç, endama MYK’ê Sûltan Ozcan, endamên Meclîsa Partiyê, MEBYA-DER, TUAY-DER, aktivîstên TJA’yê, Hevşaredarên Patnosê û gelek kes beşdar bûn. Di kongreyê de çalakiya greva birçîbûnê hat silavkirin û bi sedan kesan dirûşmeya “Bijî Berxwedana Zindanan” berz kir.   Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, di kongereyê de axivî û qala hedefgirtina parlamentera bajar Dîlan Dîrayet Taşdemîr a ji aliyê Wezîrê Karên Hûndir a Suleyman Soylû ve kir. Beştaş, diyar kir ku hemû polîtîka û siyaseta AKP'ê li ser derew û bêbextiyan e û wiha got: “Em vê bêbextiya hatiye kirin bernadin. Esas armanca bêbextiyên wan dervehiştina HDP’ê ya siyasetê ye. Li gel dawiya hefteyê ye jî dozger lêpirsîn vedike. Derbarê her hevalên me de bi sedan fezleke hene. Em dikuxin, diaxivin, diçin serdanan dibin fezleke. Hûn çiqas fezlekeyan amade bikin jî em li vir in û li ser piyan in.”   ‘ÊRÎŞÎ ME DIKIN’   Beştaş, da zanîn ku desthilat bi polîtîkayên şer ser piyan dimîne û wiha berdewam kir: “Pirsgirêka kurd cihekarî ye. Em dibêjin çareseriya vê aştî ye. Li vî welatî rewşa şer heye. 40 sal in diceribînin ku ev pirsgirêk bi şer û pevçûnan nayê çareserkirin. Niha ji ber wê berpirsyartiya Garê bardikin ser milê HDP’ê. Me her tim got em eskerên dîl girtî bi riya hevdîtinan bigirin. Me berê jî ev tişt kir. Niha jî li ser Garê êrîşî me dikin. Yên siyaseta şer dimeşînin hûn in. Heke we ji derveyî sînor re tezkereyên eskerî ne derxistibûna ew can ne diketin erdê. Ji ber vê yekê modela me diyar e. Duh jî îro jî em dibêjin ‘pêvajoya çareseriyê’ rast bû. Em weke wan ne du rû ne. Tiştê me duh got em îro înkar nakin. Ev welat bi polîtîkayên şer nagihije tu derê. Em ê berdewam bikin ku siyaseta aştiyê bimeşînin.”   ‘DIXWAZIN DENGÊ AŞTIYÊ BIBIRIN’   Beştaş, destnîşan kir ku bêedaletiya herî mezin li girtîgehan pêk tê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Me gelek caran serlêdan kirin lê li gel vê yekê jî girtîgeh vegerandin îşkencexaneyan. Kesên cezayê wan xelas bûn bernadin. Kesên derve jî dixwazin bigirin. Polîtîkaya tecrîdê ku li Îmraliyê jî tê pêkanîn îşkenceyeke giran e. CPT’yê gelek caran got lê ji ber polîtîkayên şer didomînin tecrîda li ser Îmraliyê jî didomînin. Divê ev tecrîd bê bidawîkirin. Em li dijî îşkenceya li girtîgegan û tecrîdê ne. Em berdewam bikin ku dengê wan ragihînin.”   Di encama hilbijartina pêk hat de Cemal Akar û Yelîz Karaaslan weke hevserok hatin hilbijartin.