PDK’ê siyasetmedarê kurd Bartan radestî Tirkiyeyê kir 2021-02-24 17:11:35   NAVENDA NÛÇEYAN – PDK’ê siyasetmedar kurd Omer Bartan ku xwe spartibû Hewlerê, bi awayekî çav girtî û dest girêdayî radestî Tirkiyeyê kir.     PDK’ê siyasetmedarê kurd Omer Bartan (48) ku ji ber cezayê lê hatibû birîn xwe spartibû Hewlerê radestî Tirkiyeyê kir. Li gorî nûçeya Rojnewsê; Bartan 12 salan girtî maye û di meha hezîranê ya sala 2019’an de xwe spartiya Hewlerê û di 3’ê tîrmeha heman salê de asayîşa PDK’ê wî girtî ye. Hat diyarkirin ku malbata Bartan têkildarî girtina Bartan de nehatiye agahdarkirin û di 28’ê çileye de li navçeya Silopyayê radestî Tirkiyeyê hatiye kiriye. Li gel vê rewşê jî piştî radestkirinê polis li malbata Bartan geriyane û angaşt kirine ku Bartan li ser sînor dema ku xwestiye sînor derbas bike wî girtine.    Bartan ku niha li Girtîgeha Tipa T a Şirnexê tê girtin, di 22’ê sibatê de li malbata xwe geriya û serboriya xwe ji wan re vegot. Bartan, ji malbata xwe re ragihandiye ku li Hewlerê hatiye girtin, zext lê hatiye kirin, gef lê hatine xwarin û sîxurî lê hatiye ferzkirin. Bartan, diyar kiriye ku ji ber ferzkirinên li hemberî xwe red kiriye di 28’ê çileyê bi awayekî çav girtî û dest girêdayî radestî Tirkiyeyê hatiye kirin.