Hevserokê HDP’ê yê bajêr di nav de ji 8 kesan re 56 sal cezayê girtîgehê 2021-02-24 16:54:13   STENBOL -  Hevserokên bajêr ên Kocaelî û navçeyên wê jî di nav derbarê 27 kesan de doz hatibû vekirin. Di dozê de ji 8 kesan re bi rêjeyên cuda cezayê hefsê hat dayîn.    Li Kocaelîyê Hevseroka Bajêr a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Aygun, hevserok û rêveberên navçeyan û endamê Meclîsa Şaredariya Gebzeyê yê CHP’î Osman Kûrûm jî di nav de derbarê 27 kesan de bi ideaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê kirinê” doz hatibû vekirin. Danişîna doza 7’emîn li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Kocaeliyê hat dîtin. Endamê Meclîsa Partiyê yê HDP’ê Mehmet Yalçinkaya, Hevserokê HDP’ê yê Gebzeyê Ebûbekîr Çoban, endamên partiyê Kutbeddîn Guneşsû, Mehmet Karaaslan, Damla Bagci û endamê Meclîsa Şaredariya Gebzeyê yê CHP’î Osman Kûrûm ku girtî tên darizandin li danişînê hatin amade kirin. Kesên ne girtî tên darizandin û parêzerên wan jî di salonê de cihên xwe girtin.   Di danişîna ku tespîta nasnameyan destpêkir de dozger mutaalaya xwe ya di danişîna beriya niha de pêşkeşî şandeya dadgehê kiribû dubare kir û xwest ku girtina bersûcên bê berdewamkirin. Girtiyên ku li dijî mutaalaya dozger parastin kirin, diyar kirin ku îdeayên derbarê wan de bêpalpişt in û xwestin bên berdan.   Şandeya dadgehê, piştî parastinan biryara xwe aşkera kir û ji Endamê Meclîsa Partiyê yê HDP’ê Mehmet Yalçinkaya, Hevserokê HDP’ê yê Gebzeyê Ebûbekîr Çoban, endama partiyê Damla Bagci û endamê Meclîsa Şaredariya Gebzeyê yê CHP’î Osman Kûrûm re bi ideaya “endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh, ji endamên partiyê Kutbeddîn Guneşsû û Mehmet Karaaslan re jî 6 sal 10 meh û 15 roj cezayê girtîgehê birî. Dadgehê, ji bersûcên ne girtî Hevseroka HDP’ê ya bajêr Leyla Aygun û Emîne Karaaslan re jî 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê da. Şandeyê biryara berdewama girtina kesên girtî û piştî înfazkirina ceza, kontrola edlî ji bo wan bê pêkanîn da.