Rojnameger Cengîz Altûn li ser gora xwe hat bibîranîn 2021-02-24 16:27:40   ÊLIH – Nûçegîhanê rojnameya Yenî Ozgur Ulkeyê Cengîz Altûn ku di sala 1992’an de hatibû qetilkirin, li ser gora xwe ji aliyê malbat û hempîşeyên xwe ve bi qurnefîlan hat bibîranîn.    Nûçegîhanê rojnameya Yenî Ozgur Ulkeyê Cengîz Altûn ku di 24’ê sibata 1992’an de li Êlihê hatibû qetilkirin, li ser gora xwe ya li taxa Çamlicayê hat bibîranîn. Dayika Altûn Turkan Altûn, Serokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) Serdar Altan û rojnameger tevlî bîranînê bûn.    ‘PÊNÛSA KURÊ MIN LI ERDÊ NEMAYE’    Piştû ku qurnefîlan danîn ser gora Altûn dayika wî Turkan Altûn axivî û diyar kir ku pênûsa kurê wê li erdê nemaye û wiha got: “Îro bi hezaran kesên ku pênûsa kurê min bigirin hene. Di rêya kurê min di oxira wê de canê xwe da îro bi hezaran hempîşeyên wî dimeşin. Kurê min ên di rêya te de tên, weke te pîşeya xwe didomînin.”   ‘ROJNAMEGERÊ BÊTIRS’   Serokê DFG’ê Serdar Altan jî destnîşan kir ku Cengîz Altûn yek ji wan kesan bûye ku di salên 1990’î de ji bo ragihandina dengê gelê kurd rojnamegeriyê kirine û ev tişt anîn ziman: “Cengîz Altûn rojnamegerekî bêtirs bû. Yek ji rojnamegerên destpêkê bû ku di çapameniya azad de hat şehîdkirin. Piştî şehîdkirina Cengîz, gelek rojnamegerên mîna Apê Mûsa, Huseyîn Denîz û Kemal Kiliç hatin qetilkirin. Cengîz û hevalên wî yên rojnameger qetilkirin lê rastiyeke wiha jî heye: mirovên ku doz û pênûsa wan girtin û bilindtir kirin derketin. Emaneta wan li erdê nemaye û em ê bidomînin.”