Dadgehê danişîna Hevşaredara Yenîşehîrê Dîken taloq kir 2021-02-24 16:06:19   AMED - Dadgehê danişîna doza Hevşaredara Yenîşehîrê Belgîn Dîken ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin û tê darizandin taloq kir.   Derbarê Hevşaredara Yenîşehîra Amedê Belgîn Dîken ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin de bi ideaya “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna doza Dîken li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Dîken û parezera xwe Ferîde Laçîn beşdarî danişînê bûn.   Di danişînê de hevjînê Dîken, Şeyhmûs Dîken têkildarî pirtûkên polîsan ji malê birin weke şahid hat guhdarkirin. Parêzera Dîken Ferîde Laçîn jî xwest qedexeya derveyî welat a muwekîla wê bê rakirin. Şandeya dadgehê piştî navbereke kurt, daxwaza rakirina qedexeya derveyî welat Dîken red kir û ji kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin danişîn taloqî 3’yê gulanê kir.