Ji ber pirtûka ‘Mehmet Tûnç û Bêkes’ ceza li Alinak hat birîn 2021-02-24 15:17:59   STENBOL – Bi hinceta pirtûka “Mehmet Tûnç û Bêkes” salek û 6 meh cezayê girtîgehê li siyasetmedarê kurd Mahmût Alinak hat birîn.    Ji ber hin gotinên di pirtûka “Mehmet Tûnç û Bêkes” de doz li siyasetmedarê kurd Mahmût Alinak hatibû vekirin. 5’emîn danişîna dozê li 22’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Alinak û parêzerê xwe tevlî danişînê nebûn. Heyeta dadgehê ku dosyayê lêkolîn kir, salek û 6 meh cezayê girtîgehê li Alinak birî.