Girtiyê ku hat angaştkirin întihar kiriye jiyana xwe ji dest da 2021-02-24 15:06:55   WAN – Girtî Kemal Akbaşli ku hat angaştkirin li Girtîgeha Tîpa F a Wanê întihar kiriye, jiyana xwe ji dest da.  Girtî Kemal Akbaşli (55) ku hat angaştkirin di 22’ê sibatê de li Girtîgeha Tîpa F a Wanê întihar kiriye, li Nexweşxaneya Dûrsûn Odabaşi ya Wanê jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ku wê cenazeyê Akbaşli, piştî bidawîbûna karen otopsiyê li gundê Panemêrg ê navçeya Seravê ya Wanê bê veşartin.