Doza sereke ya Yuksekdag bi doza Kobanê re kirin yek 2021-02-24 14:39:29   ENQERE – Doza sereke ya Hevseroka Giştî ya HDP'e ya berê Figen Yuksekdag a girtî tê darizandin, bi doza Kobanê re kirin yek .     Danişîna doza Hevseroka Giştî ya Partiya Demok a Gelan (HDP) ya berê Figen Yuksekdag ji doza sereke ku jê girtî tê darizandin li 16'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê pêk hat. Yuksekdag tev li danişînê nebû. Parêzerên Yuksekdag tev li danişînê bûn û xwestin Yuksekdag bê berdan. Piştî parêzeran parastin kir, heyeta dadgehê doza sereke ku Yuksekdag jê girtî tê darizandin û doza Kobanê ku li 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê dîtin kir yek.