DÎK’ê tecrîd bi çalakiya rûniştinê protesto kir 2021-02-24 14:15:31   AMED - Endamên DÎK’ê bi armanca balê bikşînin ser tecrîd û çalakiya greva birçîbûnê xwest li Parka Koşûyolûyê daxuyaniyê bidin. Lê polîsan çalakî asteng kir. Endamên DÎK’ê li dijî astengiya polîsan bûn du kom û çalakiya rûniştinê li dar xistin.    Çalakiya girtiyên PKK û PAJK'ê ya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dane destpêkirin 90 roj derbas kir. Ji bo ku balê bikşînin ser çalakiya grevê her hefte di pêşengiya saziyekê de li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê daxuyaniya çapemeniyê tê dayîn. Vê hefteyê jî Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) xwest daxuyaniyê bidin. Parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, endam û rêveberên HDP’ê, DBP’ê, aktivîstên TJA’yê tev li çalakiyê bûn. Beriya daxuyaniyê polîsan Parka Koşûyolûyê bi erebeyên zirxî û TOMA’yan dorpêç kir.  Kesên ji bo daxuyaniyê hatin parkê jî polîsan kom bi kom dorpêç kirin. Li ser astengiyê endamên komê û polîsên hevdîtin kirin. Lê polîsan destûr neda. Li ser vê yekê girse bû du kom û li qadê nîv saetê rûniştin. Endamên komê piştî çalakiya rûniştinê bi kom bi kom belav bûn.