Rojnameger Boltan beraet kir 2021-02-24 13:26:57   AMED - Rojnameger û Hevserokê Komeleya Rojnamegerên Azad (OGC) ya bi KHK'ê hat girtin, Hakki Boltan, ji doza KCD'ê ku jê dihat darizandin beraet kir.    Yekemîn danişîna doza Rojnameger û Hevserokê Komeleya Rojnamegerên Azad (OGC) Hakki Boltan ku ji doza KCD'ê dihat darizandin, li 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hat. Di danişîna doze de rojnameger Hakki Boltan û parêzerê wî Resul Tamur amade bû. Der barê îdeayan de Boltan parastin kir û anî ziman ku demek dirêj e li Amedê Rojnamegeriyê dike û karta delegeya KCD'ê ne aydî wî ye. Boltan, anî ziman ku di çarçoveya xebatên rojnamegeriyê de xebatên KCD şopandine. Boltan, li ser îdeayên têkildarî Rojnameger Mazlum Erencî jî anî ziman ku bi hevre karê rojnaemgiriyê kirine û malbata wî nas dike. Boltan, anî ziman ku îdeayên ten kirin ne sûc e û sûcê li ser xwe qebûl nake. Boltan li ser pirsa dadger a ’Karta we ya rojnamegiryê heye?' got "Ez di Rojnameya Yenî Yaşamê de dixebitim û sîgorta min bi rêk û pêk tê razandin"    MUWEKÎLÊ MIN ROJNAMEGER E   Parêzerê Hakki Boltan Prz. Resul Tamur jî parastin kir û anî ziman ku muwekilê wî rojnameger e û belgeyên der barê rojnamegeriyê de berê jî bi dosyayê pêşkêşî heyeta dadgehê kirine.    Heyetê piştî parastinê navber da û der barê Hakki Boltan de biryara beraetê da.