Dadgehê danişîna doza Ozgur Gundemê taloq kir 2021-02-24 13:13:11   STENBOL - Dadgehê danişîna doza derbarê Hevgerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol, Midura ji Karên Nivîsê berpirsyar Reyhan Çapan û nivîskaran de hatibû vekirin taloq kir.   Ji ber serenavê “Rêveberiya qesrê har bû” yê di 8’ê Îlona 2015’an de di Rojnameya Ozgur Gundem a ji Biryarnameya di Hikmê Qanûnê (KHK) de, bi ideaya “ji serokkomar re heqaret” û “propagandaya rêxistinê kirinê” ji Hevgerînendeyê Weşana Giştî yê rojnameyê Huseyîn Aykol, Midura ji Karên Nivîsê Berpirsyar Reyhan Çapan, nivîskar Hasan Başak û Kemal Aykût de doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hat. Di danişîna ku rojnamevan beşdar nebûn de parêzer Ozcan Kiliç amade bû. Şandeya Dadgehê, biryar da ku li benda înfazkirina biryara girtinê ya derbarê Hasan Başak û Kemal Yakût de hatiye derxistin bimînin û danişîn taloqî 22’yê Hezîranê kir.