Doza ‘heqaretê’ ya Parlamenter Irmak taloq bû 2018-01-23 12:04:35 AMED – Dadgehê doza Parlamentera HDP’ê Selma Irmak bi îdiya “Heqaret li Serokomar kiriye” lê hatibû vekirin taloq kir.  Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Selma Irmak di civîna Lîjneya Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a di 14-15’ê mijdara 2015’an de li Amedê hatibû lidarxistin, ji televîzyona MED NÛÇE re axivîbû. Irmak bi îdiya di axaftina xwe de “Heqaret li Serokomar Erdogan kiriye” doz lê hatibû vekirin. Ji salekê heta 4 salan cezayê hepse ji Irmak re tê xwetin. Danişîna doza Irmak li 13’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê hat dîtin.    Irmak beşdarbûna bi SEGBÎS’ê ya danişînê red kir û beşdar nebû. Parêzerê Irmak, Erhan Urkut amade bû. Danişînê bi xwendina evraqên dozê dest pê kir. Parêzer Urkut berata miwekîla xwe xwest û daxwaz kir ku miwekîla wî li salona dadgehê amade be. Piştî parastina parêzer, heyeta dadgehê xwesteka perêzer red kir. Dadgehê dozê taloqî 24’ê nîsan kir.