HDP’iyan bertek nîşanî girtina ciwanan dan 2021-02-24 12:09:26   MANÎSA - Hevserokê HDP’ê yê Manîsayê Alî Aslan bertek nîşanî girtina 3 ciwanên hatibûn binçavkirin da û xwest ciwanên hatin girtin serbest bên berdan.   Di 15’ê Sibatê de li Manîsa û navçeyên wê di serdegirtina malan de polîsan 7 endamên Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  binçavkiri bûn. Hamza Aslan, Ahmet Aslan û Şahan Aslan ên di 22’yê sibatê derxistibûn dadgehê ji “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin û şandibûn Girtîgeha Tîpa T a Uçpinarê.   Hevserokê HDP’ê yê Manîsayê Alî Aslan û xwişka Hamza Aslan, Hasret Aslan bertek nîşanî girtina ciwanan dan.   ‘NIKARIN ASTENGBIKIN’   Hevserok Aslan, diyar kir ku her roja diçe zextên AKP’ê yên li ser gelê kurd zêde dibin û wiha got: “Piştî operasyona Garê li gelemperiyê Tirkiyeyê li dijî HDP’ê operasyon hatin destpêkirin. Li gelek bajaran binçavkirin û girtin çêbûn. Di operasyona Manîsayê de jî 3 hevalên me yên endamên meclîsa ciwanan hatin girtin. Kesên ku dixwazin bi girtina hevalên me, me asteng bikin bila bizanin ku bi sedan hevalên me di nava têkoşînê de ne. Tu zextan HDP paşnexistî ye, li dijî her cure zextê HDP mezin bûye. HDP hêvî ye. Li gel her tiştî jî têkoşîna me wê bidome.”   ‘BILA SERBEST BÊN BERDAN’   Xwişka endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Hamza Aslan, Hasret Aslan jî diyar kir ku delîlên ji bo hinceta girtinê hatine pêşkeşkirin hemû jî argumanên qanûnî ne. Aslan, xwest ku ciwan demildest bên berdan.